Kolonyalîzm ji jor de hin şert û qedexeyan datîne ser civakan, carinan wan ji cihûwarên wan dike, carinan zimanê wan qedexe dike, heta navê wan qedexe dike, çand û adetên wan bisînor dike, dest datîne ser keda wan; wan ji tradisyona wan, ji zimanê wan, ji welatê wan, ji xizmên wan diqetîne, bi înkar û îmhayeke sîstematik wan dorpêç dike. Ji dêvla li ber herkeke asayî ya dîrokê jiyana xwe bidomînin, bi şoqeke ji derve rastî erdhejekê tên neteweyên kolonî ango bindest. Ev tiştên hanė biyanîbûnekê, parçebûnekê bi xwe re tînin.
Sayfa 110
Kurdî
Ji ber ku tê qebûlkirin ku serdema kolonyalîzmê qediyaye, îro bi wateya piştî kolonyalîzmê bêjeya postkolonyalîzmê tê bikaranîn. Lê belê hîn jî mirov dikare şopên kolonyalîzmê bibîne di vê serdema postkolonyal de ji ber ku kolonyalîzmê di derûn, çand û nasnameya gelên berê kolonîzekirî de birînên mezin vekirine.
Kurdî
Reklam
Destpêk
Ji Konfuçyus pirsîne: - Eger tu Ji bo îdarekirina welêt bihatinayî vexwendin, karê ku pêşî te yê bikira çi bû? - Bêguman bi destpêka îş re min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger ziman bi kêmasî be, peyvin fikirandineke rind diyar nakin. Fikirandin Jî ku rind diyar nebin, pêwîstiyên ku bêne kirin rast çênabin. Berpirsyarî ku rast neyêne kirin, çand û tore xirab dibin. Tore û çand Jî ku xirab bibin, berambertî (edalet) dikeve riyeke şaş. Berambertî Jî ku Ji rê derbikeve, xelkê ku dikeve heyretê nizane çi bike û nizane wê bigîje kur. Ha Ji ber vê yekê ye ku tiştekî mîna zimên bîrjîyan û girîng tune.
Kurdî
Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût. Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin.
Kurdî
Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye.
Cihê ku ziman û çand lê zindî ye mirov hilberîner e, cihê ku ziman û çand lê tune ye yan jî birîndar e mirov stewr e.
Kurdî
Reklam
Reklam