“Belkî hûn yeqîn nekin lê bi navê Xwedê xilaf di gotina min de tune ye, jixwe Xelo jî va li vir e, ew jî dizane. Pîştî ku ew bele bi serê min de hat, tu kesî bawer nedikir ku ez ê careke din li vî karê qaçaxçîtiyê vegerim. Ya rastî min jî di destpêkê de bawer nedikir. Bi zor û heft belan min wê carê kefen çirandibû û xwe bi xelasê xistibû. Jixwe lingê min jî çûbû, lê piştî ku lingê min rehet bû û du sal di ser wê bûyerê re derbas bûn, kurmê lêdana sînoran, dîsa di nava min de geş bû û zorî da min. Wê çaxê min fêm kir ku qaçaxçîtî jî weke tiryakê ye û yê ku bi elimêyê heta mirinê jî, nema dikare dev jê berde. Ez dibêm heta mirinê, lê yê we hûn heta ‘kuştinê’ fêm bikin. Va ez hatime heta vî emrî, heta îro min nedîtiye ku qaçaxçiyek bi emrê xwedê çûye ser dilovaniya xwe. Hemûçik ya di sînor de têne kuştin, yan jî ji kuştinê xeraptir li wan tê, bê dest û ling dimînin. Jixwe xelk hemû ji min re dibêjin, wile Emîno ku mirineke te hebe dê bi destê izraîlê van mayina be!”
Sayfa 17 - Aryen Yayınları