Go kurê min em kurdin
Go kurê min em kurdin ji Xunê neyarin
Dijmin girt ci û gundê me, wêran û talan kir
Em mane jar û birçî , em direvin bê çarin
Ev herdu geda nebîyê min in berxê beranin
Dê û bav hatin kuştin şehîdê Kurdistanin
Em li trênê heywana Suwar dibin xayî nîne
Ji Kurdistanê direvin ey felekê dewranê
Cîye şeş lê suwarin em çarde runiştîne
Em ser pişta hev radizên dîsa cîyê me tinne
Di vê tengahîya han hinek dimirin hin dizên
Giştî nikarim bejim; ne êsîr bin em çine.
" Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
Welatê kurdan hemî çîmene
Egîd û sêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne… "
Cigerxwîn
Ka ax?
Ka welat
Kanî Mîr Bedîrxan
Kanî leheng ê barzan û berzencî
Ew ê ji mere bûyî tav.
Kanî, kesê piştî reş ê bûyî rewşenbîr
Cigerxwîn, Mela, fekî, şêx û seyît.
Kanî Xanê çeng zêrîn.
Ka bêje
Kî/ê diza Agir ê ihsan Nurî?