Û ziman, zimanê kû dol û delavê çandê ye, zimanê ku cêz û gencîneya hemû çîrokan e, zimanê ku serkaniya hemû stranan e... Rojekê ew jî bi zeman re biqede?
Min bi loriyan mezin kir.
Ji bo ko serbilind be
Min çîrok xwandin jê re.
Ji ber ko diriyên
Wan gulên
Li ser singa te radibin
Xwîne ji min nerijîne,
Min çîrokekên
Bav û dê tê de derbas dibin nexwandin
Û nedida xwandin.
Lê tenê bi şeva
Bêkesî min ji xwe re dilorand:
De bilorî lorî
Kurê min lorî
Bavê te mirî
Dayîk bi gorî