Edûl'ez im kevirekî êzidî yê dilzîz
Xwedîyê mishef û kurmanciya reş
Lawê xwîn û êşê û şeva reş
Ji bo te ye ev giş edûl
Ji bo çavên'te yê reş û geş û binefş...
BIRÎN, KUL Û DERD
Nizanim çima min sare
Gelo, ev çi demsale ?
Heger zivistan ba;
Wê berf û baran bibariya
Li ser van car û zinaran.
Ku buhar ba;
Wê hilm û bîna
Kulîlkên nû pişkivî bihata
Ji van daran.
Ku payîz ba;
Wê dengê qaz û qulingên mişextî
Bihata ji esmana.
Xuyaye dem havîne
Belê, çima roka vê havînê
Tînê nade ?!
Gelo !
Birîna min xedare
Ew rê nade,
An kul û derd, di ser min re
Bûne sîber û talde
Hooo tarîyo, ev zik ne ew zik e ku ji qulkirina şûrê te bitirse! Hooo tarîyo ev stû ne ew stû ye ku ji tirsa jêkirina şûrê te bitewe! Na tarîyo na! Ev serî jê dibe, lê li ber tarîyê natewe.
Yek" ji kerban keviran dikerritîne
"Yek" li ser yekî weke klamekî kelogirî digirî
"Yek" li ser yekî weke dengbêjekî ziman jêkirî dinale
Ax "yek" bi yek dimrin
Bê coban ,gorr, gul û qurnefil in
dil in...
Ey netewe !
Bila bi kuştina me yekîtiya te bikewe
Ji bo xwedê (me) ji bîr neke
Her çi li ser kuştina me bêjin derew e
Rastî ev e::
Wê rojê, li ser wê berfê , çêbibû ji xwîna me
Şilope...