Roşan Lezgîn
"Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012).
Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal mamostatî dike lê di dema rejîma Xumeynî de ji ber fikrên xwe yên sîyasî ji kar tê avêtin. Hîn di xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, kitêba wî ya pêşîn Zirîke (Qîrîn) di sala 1993 de weşîyaye.
Gelek wext e kitêb li cem min e lê hîn nuh firsenda xwendinê çêbû. Ji bilî kitêba çîrokan a Hesen Qizilcî (1914-1984) Kenê Parsek (Avesta, Îstanbul 2001), ev dibe romana duduyan ya xelkê me yê Rojhelatê ku ez dixwînim. Ya pêşî romana Rehîmê Qazî (1925-1991) Pêşmerge (Nûdem, Sotockholm - 1997) bû. Mamosta Ziya Avci romana Pêşmerge gelek xweş wergerandiye, min bi kêfxweşî xwendibû. Şikrîya Salih û Firat Kelehkî çîrokên Hesen Qizilcî wergerandine ser kurmancî, wergera wan jî gelek baş e. Lê xwendina metna kurmancî ya "Gulî Şoran" bo min gelek zehmet bû. Qedera me kurdan e, çend zimanên me hene, em mecburê wergerandinê ne. Lê dema ku werger xirab be, xwendina metnan dibe ezab!...
Çîroka romanê di dema şerê cîhanê yê duyem de li rojhelatê Kurdistanê derbas dibe. Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." dest pê dike. Ev îfade di hişê xwendevan de meraqekê çêdike. Û jixwe êdî di seraserê romanê de nivîskar dilebite binê vê hevokê tije bike.
Serqehremanê romanê Las, piştî panzdeh salên windabûnê vedigere tê mala xwe. Berîya çûyînê bi keça mamê xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye. Lê ji ber ku Las beşdarê prosesa Komara Mehabadê bûye, piştî ku artêşa rûsan vedikişe û