û di vê rojê de, komkujiyek din li dijî Kurdan pêk hat. ❤️🩹
Helbesteke xemgîn ❤️🩹🥀
Êrîşa Tirka Li Bakurê Îraq
Sala hezar û nehsed, heştê û sê bi hejmar
Bîst û pêncê gulanê, tirk rabûn bi kar û bar
Sîh û pênc hezar leşker, alayî û leq û hêz
Li tuxûbê Hekarî, li ber xetê kirin rêz
Bi fermana Evren, zor pê ma yê bay Kemal
Êrîşek giran bidin,ser Kurdistana şemal
Li meydanê bûne sef, kurên Teumûr û Cengîz
Rêz bi rêz û lek bi lek, bi cebilxane û hoşkîz
Onbaşî û bînbaşî, çi zabit û qumendar
Tevd da bi yek dengî got:ey oxlim ateş war
Lê pêşmergêd pehlewan, ji wa çiya hatin xwar
Berê xwe dane cengê, wek piling û gurêd har
Ji çar kenar û hawêr, bi seleh û rext û çek