"min hest pê kir ku trên dê her tim wek alaveke biyanî û bidestneketî bo me bimîne" (170).
Weşanxaneya ciwan Pall Weşan, ji roja ewil ta îro karekî pak û paqij kiriye, gelek berhemên bi qîmet çap kiriye. Li gel çîrok, roman, helbest, rojnivîsk û teoriyê îcar dest bi çapkirina xebatên kolektîf kiriye, di bin navê "Hûrgilî"yê da. Heta niha bi vî awayî du heb berhem çap kirine, edîtorê weşanxaneyê wer tîne ziman ku ew dixwazin ji pirtûkên bi vî rengî koleksîyonekî çêbikin, Trêna li Stasyona Xwe Digere berhema ewil a vê koleksîyonê ye.
Ji navê xwe jî diyar e, mijara pirtûkê "trên" e. Ji bo vê xebatê 17 nivîskaran zendên xwe badane, her yekî li ser "trên"ê metneke serkeftî amade kiriye. Nivîs giş ne yek cure ne, teorî heye, bîranîn heye, çîrokên hûnandî hene.. û li gel zaravayê kurmancî, bi zaravayê soranî û zazakî jî du metnan di berhemê da cihê xwe girtine. Bi vî awayî hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve xebateke têr û tije derketiye holê.
Heta çûyîna zanîngehê jî min qet ne trên ne jî rêya hesinî dîtibû. Behsa trênê her tim du tişt dianî bîra min: fîlmên Yilmaz Guney û pirtûka Antranik Dzarugyan. Wekî din wateyeke wê tune bû bo min. Lêbelê vê berhemê wisa kir ku ez bi çavekî din li trênê binêrim, bi awayekî cidî li ser vê alava hesinî û li ser hebûna wê ya li welatê xwe bifikirim.
Di destpêka berhemê da em bîranîneke Nûredîn Zaza dixwînin ku ew çawa ji trênê reviyaye. Piştre Rohat Alakom ji me ra behsa xeta trênê ya li Kurdistanê dike ku ji aliyê Skandînaviyan ve hatiye çêkirin. Ev nivîs agahiyên balkêş dide mirov, ji bo min metneke sûdwer bû ya rastî. Nivîsa sêyem jî ya mamoste Serdar Şengul e. Ji ber ku ez mamoste nas dikim û xebatên wî ji nêz ve dişopînim, min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî qedand metna wî û gelekî jê hez kir. Mamoste Serdar behsa