Şano
Puan vermedi·288 syf.··
2026 34. kitabı
Berhemeke di qada xwe de tek lêbelê ne pirr serkeftî ye. Gotarên li ser dîroka şanoya kurdî hatine berhevkirin û kirine pirtûk. Keda amedekar û nivîskarên gotaran sax be. Di agahî û firehbûnê de pirsgirêk tune û pirr jî serkeftî ne. Lê gerek nêrîna xwe jî wek xwîner dîyar bikim. Pirsgirêk ev in; *Pirtûk li gorî rêzekê û bi pênûseke tek bi awayekî rêk û pêk bihata nivîsîn wê baştir bihata xwendin û jê sûdwergirtin. *Pir gotar henin û gotar li ser qadekê nin, normal e li ser heman berhemê û navan bisekinin lêbelê mirov aciz dibe her gotarê de tiştê ku berê xwendî dîsa bixwîne. Ev tişta ji bo kronolojîya berhema dijwarîyê derdixe pêşberî me. *Gotar pirr fireh in. yanî bilî şanoyê li ser meseleyên din jî pirr sekinî ne. *Hinek peyv û hevok hene ku mirov nikare bi hêsanî fêm bike ka çi dixweze vebêje.
Kurdî
Dîroka Şanoya KurdîKolektif · Peywend Yayınları · 20151 okunma
Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Puan vermedi·204 syf.··
2026 289. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 01 Mayıs 2026 22:19
Xelîl Duhokî di vê pirtûkê de, neynikek li ber rûyê demê girtiye û dengê wan nivîskaran gihandiye me ku her tîpa wan bîhna axê û daxwaza hebûnê dide. Di nav rûpelên vê pirtûkê de, mirov rastî nûbûneke wisa tê ku hem koka xwe ji kevneşopiyê digire û hem jî bi baskên modernîzmê ber bi asoyên wêjeya dinyayê ve difire. Çîrokên di vê antolojiyê de, ne tenê qala bûyeran dikin, ew qala şikestinên dil, hêsirên veşartî û hêviyên ku di bin giranîya jiyanê de mayî ne, dikin. Zimanê Kurdî di vir de ji bo min hinek dijwar bû. Lê carinan tûj û serhildêr, carinan jî hêmin û melankolîk. Ev pirtûk ji bo xwendevanên ku li pey şopa ruhê Kurdî ne, çavkaniyeke bêhempa ye; ki bo vê her çîrokek, deriyekî nû li ber dinyaya me ya hundirîn vedike û me bi rastiya me ya ku carinan em jê direvin, rûbirû dike. Berhemek e ku meriv dikare pê serbilind bibe û di kûrahiya her peyva wê de, mirov dikare dengê xwe yê herî rast bibîne.
Kurdî
Antolojıya Çıroken Kurmancen BaşurXelil Duhoki · Avesta Yayınları · 20113 okunma
10/10
·127 syf.·
2026 10. kitabı
Ez bi helbesta Şahîn Bekirî ya “Dayê Rojek Tê” re nas kirim. Mixabin, hin hunermendên me ev helbest bê agahdariya wî bestekirin. Dema ku min pirtûk xwend, ew ji min re berhemên Gabrîel Garcîa Marquez — bi taybetî Çavên Kûçikê Şîn — û her wiha berhemên Stefan Zweîg anîn bîra min. Mamoste Şahîn, wek ku vegotinên xwe bi motîfên kurdî dixemilîne, di heman demê de li berhemên xwe cih dide şerên dijwar û bîranînên me Kurdan.
Kurdî
Pisîk jî Xewnan DibîninŞahînê Bekirê Soreklî · Lis Basın Yayın · 200410 okunma
Puan vermedi·182 syf.··
2025 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 23 Kasım 2025 00:23
Dîsa serî de dixwazim bibêjim ku min tu carî ne dixwest pirtûkên bi vî rengî binirxînim. Ber bi dawiya pirtûkê de min got ez ê pirtûkê nenirxînim. Li vir mabesta min tiştek din e. Carinan em hinek heval pirtûkên ku dixwînin di navbera xwe de em şewr û analîza wê dikin. Lê ev pirtûk û pirtûkên dişibin zimanê vê pirtûkê gelek caran mirov diêşînin ku dema mirov binirxîne, bişêwre, analîza wê bike. Bi zimanekî sade û xweş hatiye nivîsîn. Destpêka xwendinê de mirov weke 'kurgu' hildigire dest lê, niviskar nepenî û mitelekirineke bê sînor barî xwîner dike. Bi xwendin û herikîna rûpelan re kes digihîje xemgînî û matmayînên gelek dijwar. Ez ne li bendê bûm ku destpêka pirtûkê wê dawiyê de min ewqas bi bandor bike. Demek tê tu nikarî tifa xwe biqurtînî, dev û zimanê te ziwa dibe. Wê nişkê tu dibêjî; "Ma jixwe wate û armanç ne ev bû." Navê pirtûkê bi xwe wê tesîrê rawe dike. Û heya dawiya pirtûkê jî karakter dibêje; " ez tî me tî" yan tiyê azadiyê ya tiyê evîneke ne diyar an jî tîbûna welat. Çawa ku pirtûkê de jî tê bilêvkirin; "tu rastiyê bixwazî dilê min bi halê me dişewite, Masî. Evîna welêt, ya azadiyê, ya jinê yan ya mêr hemû li nava hev ketine. Em bedelên hemûyan didin û yekê ji wan jî bi dest naxin." Piştî vê gotinê tu gotinan li serê dirêj nakim. Hêvî dikin ku em ji lalbûnê xwe rizgar bikin û heww
Gava Ku Masî Tî DibinHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201488 okunma