geçmişe özlem
Dem-Ü dewrana bere, nema li me divegere Xwezi bi wan roje go, em siwar dibun li kere (Nerde o eski zaman ve devranlar Dönmez, gelmez artık bize. Eşeğe bindiğimiz zamanların keşkesindeyim…
Müzik
Memedê Torî-em zarok bûn
Em zarok bûn ,be ziman bûm Em tar bi tar digerehen bi bra re Heval salê min bû kurmamêmin Lee wekî bra bû dilemin da Em zarok bûn keyfxweş bûn Ser sarincê em gok dilîstin Roj eynî roj? nayê biramin Qerini tê biramin, wek nahe Hawar tenê biramin Lee brayê min nayê biramin Na li rex min bû, na li rex min bû... 'Bi rêzdarî'
Kurdî
Reklam
Ziman û GIRÎNGIYA ZIMAN
Ziman ispatkirin a hebûna mirove ji ber çi? Mirov dema ji dayîka xwe tê dinê şûnve di dest pêkê de heya ku dibe 4 an jî pênc salî heman li dîya xwe dinêrê ka dayik çi dike ew jî wê mînak digire û wekî wê tevger dibe û qise dike. Piştre ku bû ber fehm ê xwe êdî li der û dora xwe dinêre kî bi çi zimanî qise bike ew zarok li gorê wê civatî mezin dibe, li gorê wî civatî dibe xwedî hişmendî. Dema mirovekî bibêje de ka bila zaroya min zimanê dayikê hîn bibe; hewceye pêşî bixwe bibe xwedî hişmendiya ziman. De ka hişmendiya ziman çi ye em binerin; wek me got di destpêkê de li dîya xwe dinêre, dayik çiqas perwerde ye, çiqas ji haya dîrok a xwe heye an bav , di derbarê erdnîgarî ku lê dijîn çiqas haydarê xwe ne, çend çîrok dizanin, di rojevê de çiqas kurdî qise dikin, xwe pîvandin heye an tune ye, ziman gelo tê çi wateyî, di bingeha xwede çi xwedî dike an xwedî kirîye an na? Wekî dinê di qada çandi de ku mirov lê binêre; dûbare wekî çîrok, manî, tinaz, du beyt em vana çiqas î bi kar tînin an em xwe Çiqas li ser zimanê xwe digirin. Dîsa em çiqas zimanê xwe bi hêst tînin ziman tije tije... Bi rastî her devereke Kurdistanê bi serê xwe dewlemendiyeke mezin de xwede dihebîne lewra em çiqas xwedî derbikevin dê ewqas emê hebin.
Kurdî
Pîr û kal
Nizanim ezê çawa dest bi gotinê bikim lê divê ji serîyekî destpê bikim! Ev çendî di devê mirovan de ev peyv heye , xêr û bereket nemaye ! Gelo hew xêr û bereket nemaye an mirovahî jî nemaye ? Dihê bîra min dema zarok bûm ez û dîya xwe û bavê xwe em diçûn gund ku em derdiketin kolanan pîrên gund cil û bergê wan ne wekî ê me bûn wekî çarîya dîya min li serê wan bû û li ser jî dismal girêdayî bûn digotun kofî û pêşmal li ber wan hebûn . Carna ku em di ber wan re derbasdibûn ji pêşmala xwe carna mewîj ji nav pêşmala xwe derdixistin û didan me em pir kêfxweş dibûn . Pîrên an kal ên berê pir ji zarokan hezdikirin , hezkirinek ji dil . Peyva serê zimanê wan xalo heyran apo qurban bû . Belê ev jî hebû pir qedr û qiymetê wan jî hebû lê niha wan dixin odeyekê nan û avê wan dikin û dibêjin bila dengê we dernekeve bila em we nebînin ku ji xetê şaş dibin berê wan didin HUZUREVÎ ‘ ya ( qaşo malên aramî ji bo kal û pîran ) aha ez dixwazim vê bêjim ew mewîjên kû dixistin destê zarokan berket ew bû hezkirin bû rêz girtin bû mirovahî bû danek ji dilê sedqane bû ! Vê sibê wisa hate bîra min zaroktîya min min jî berîka xwe tijî şekirê îdê kir û min berê xwe da nava gund û kîjan zarokê ku di ber min re derbas bû min şekirek xist destê wan û de ka werin em dilê zarokan û kal û pîran xweş bikin da kû xêr û berketa me li me vegerin ☺️
Wek te gotibû Em şevên tarî natirsin gava ku em bi xwe çirabin....
Kurmanc ne pir di bê kemal in Em-ma di yetîm û bê mecal in Filcimle ne cahil û nezan in Belkî di sefîl û bê xudan in Ehmedê XanîEhmedê Xanî Wêne: Ji gundekî Kurdistanê ,malbatek Kurd 1978
Kurdî
Reklam
Reklam