Eman dilo eman dilo ji derdê yarê tibi kulo janê eşqê avêt dilo dil û kezeb tev bûn kulo Yar bû gulo ez bûm bilbilo
Stranan Kurdî
Kesek ku ez bi wê ne nas im li hemberî min stranek Mihemed Şêxo guhdar dikir, xuya bû digot: "eman dilo" lê dilê kê û dilê kî îro diêşe kesek nizane bizanin jî ne fêd e lewra hemkes xwediyê êşa xwe bû îro, sibê kî çi zane êş xwe berde stûyê kê. Êş hene bê xwedî, êş hene bê xwedê, êş hene bê çareser. Û lew xwe li êşê nekin xwedî qet nebin xwedê.
Reklam
Ew roj
malên min in yek bi yek her yek keleheke asê, azad ev çiya stara min î salweqat zarokek im ji zarokên pêsîra rojê miştî min ê evîna welatekî bi xwe re hiştî êvar êvar"balifa min kevir doşeka min erd lihêfa min ezman" stiranekê dixulxulînim guhê zinaran: "dilo eman, dilo yeman çiyan girto berf û dûman me re werîn şahê merdan"! şahê merdan li van çiyan roj e roj e xora ku her bûnewerî dijîne û disoje dê hilê di serê lutkeya Zaxrojan re ew roj: ew roj, roja êz ê berî li rojê.
Kurdî
Ciwan Haco - Eman Dılo
youtu.be/5wP5RFV1brY?si=... Çavreşê Çira tu ji min sil î hoy eman Bejna te çend delal e loy dilo Delal e li ber vî dilî hoy eman.. 🍃
Stranan Kurdî
Zanî ku zemane bê eman e Go: "Rabe dilo 'ecêb zeman e. Ehmedê Xanî
Kurdî
Reklam
Reklam