Seydê çengala serê zulfa şeha şehbaz im ez
Mestê cama 'işweya şehnazê nazik naz im ez
Şîrove: Ez nêçîra çengalê serê biska şaha şahbazan im û pê nevêt bêjîn: Şehbaz ew teyrê nêçîrê ye yê qet nêçîra xwe xelet naket û tiştê ew xwe tê werket ji pencan xilas nabit, vêca pa hûn çi dibêjin eger şahê şahbazan bit, çawa nêçîr dê jê verisit?
Di nîva yekê ji vê malikê da şair wêneyê serê zulfa dilbera xwe ya xwar û werbadayî, wekî çengal û kelabeyekî bo me dikêşit, ku dilê wî pê hatibite nêçîrkirin û tê hatibite danan, erê ew dê çawa jê verisit?
Di nîva di da dibêjit: Ez mest û serxweşê wê cama şehnaza xwe ya nazik im, ewa wê tijî 'işwe û nazdarî ve daye min.. Xuya ye ku aşiqê sewda neşêt xwe li ber nazan bigirit, vêca pa mesele dê çawa bit eger şehnaz bin û bi nazikî ji nazikekê derkevin, hingî çawa 'aşiq dê li ser hiş û bîrên xwe mînit, û mest nabit? Dil hatiye revandin, bi zulfê hatiye nêçîrkirin, bi çengalê wê ve hatiye hilawistin, 'eqil hatiye birin û bi perdaxê naziyên şehnazê hatiye mestkirin, vêca çi bo wî maye ji wî?!
Ehmedê Xanî
Çavkanî: Şerha Dîwana Ehmedê Xanî
Tehsîn Îbrahîm Doskî