"li çiyayên spî hene belê, min dît çawa mirinê gez dikin
erê, ev e ilmê ciwaniya şerûd, evîndar, dilovan
lûtke ye ev
û koroya bengiyên te bi lavayên rût dibêjin
tu nebî ava me naherike
berfa li dilê me hîç nahele tu nebî."
Hezkirin wek setrancê nîne, mirovan dema ku destekî setrancê dorand , diwê xwe amede bike ji bo destekê din, meşqê bike,hîn be, jiber ku evînede tenê yek leyîzek heye û temam, dema ku te dorand, bizane ku bo heta hetayê te dorandiye, ti kes nîne li ser wê gerestêrkê, du caran bi heman şêtî, bi heman soz, heman pilaya sotin û dînbûnê evîndar be.
Xelefo: Keçê Memê Alan çi bû? Romeo çi bû û Derwêşê Evdî çi bû? Bi Xwedê evîndar ne di ser min re û ne jî di bin min re tune ne û ne jî wê hebin. Ax, bes te bi agirê kezeba min zanîba, Leto, ax, ez bimrim.
Tenê evîndar dikarin zanibin rengê ariya evînê çawa çavan kor dike, ji ber vê divê ez her evîndarî şîret bikim ku çîroka xwe ji tu kesê ku evîn nedîtibe re nebêje, da ku qemûşkên ser birînan bi tênegihiştina xwe ranekin, da ku kuştinê ducar nekin.
Çemên ku di dilê min de diherikîn tev miçiqîbûn. Dilê min bûbû çolistaneke rêpêneketî, çolistaneke ku çivîkan lê nedigotin wîq. Gulên dilê min çilmisîbûn tev. Çi evîn, çi evîndar, çi mal, çi zarok mabû ji bo min, ji bo rebenê xwedê. Mina bilbilekî sêwî ji nişka ve tenê mabûm di vê jiyana kambax de.