Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne
Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez birîndar im
Xatûna min a delal e
Min bihîstî Mîr ne li mal e
Bazara'm bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
ZembilfiroşGülistan Çoban · Kent Işıkları Yayınları · 2011475 okunma
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin.
Leheng/ Karakter:
Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên.
Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye.
Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Dema ku Evîn û Evîndar bi hev re dilsoz be,mirin ji wan re dibe astekî gelek girîng.Ji ber wê yekê em dikarin bêjin;
Wasiyeta Kafka di dawiyê re windabûyînbe jî ,divê ji xwestega wî re rêzgirtin hebe.
Pirtûkekî bi rastî pir watedar e.
Hest û ramanên ku mîna
Koçberî,jûvanî,hezkirin,zarokatî,hêrsbûyîn,iqnakirin û herwekedin gelekî bi bandor hatîye sazkirin.
Ev hest û ramanên bûyîn mijar di heman demê de mirovî dibe di nava wan serpêhatîyên civaka jiyayî de.
Ez Mamoste Burhan Sonmez pîroz dikim.
Dest û dilê wî sax be.Ez ê şopdarê nivîskarê hêja bim.
"Evîn, xewna abadîn, bihuşta ruh; lê dûr û nediyar." (Bîra Qederê, M. Uzun)
Merheba cotkar û karker, hemû proleter :) li ber dengê ava biharê û li ber tîna agirê newrozê, dikim bi nirxandineke kurt û kurmancî serê we biêşînim. Em ê vê carê behsa berhemeke Şêrzad Hesen bikin ku bi navê xwe M ye û ji sê çîrokan pêk tê. Şêrzad Hesen yek ji gewretirîn nivîskarên edebiyata kurdî ye, xwediyê şêwazeke mûazzam, zimanekî bi sêhr û sembol e. Ev pirtûka wî ya çaran e ez dixwînim, di heman demê da pirtûka duduyan e ku li ser dinivîsim. Hema bêje di hemû pirtûkên wî da em pirsgirêkên civakî û vegotina wan a metaforîk dibînin. Hesen, ji hêla ziman/vegotinê ve (bi min) nivîskarê herî serkeftî ye ku ew zimanê bi kar tîne hem îronîk e, hem jî pirr helbestane ye.
Di vê berhema xwe da jî nivîskar bi rêya çîrokan, dîs bi heman şêwazî, xwînerên xwe kaş û berkaşê nava pirsgirêkên civakî dike. Di her sê çîrokan da jî ligel temayên din temaya evînê û êşa cudabûnê derdikeve pêş. Çîroka ewil a bi navê "Gula Reş" ji me ra behsa evîna Hêmo û Hêro dike ku ev herdu leheng cînarên hev in, paceyên xaniyên wan li hev dinêrin. Malbata Hêmo qereçî ne, Hêro jî keça malbateke dewlemend û navdar e. Nivîskar vê statuya civakî bi rêya lehengên çîrokê bi zelalî dide nîşandan. Ji ber cihê wan ê li civakê û ji ber nêrîna li hemberî qereçiyan mixabin ne mumkun e herdu evîndar bigihîjin hev. Hêmo tim li ser banê xanî, li benda Hêroya keça cîran disekine ku pencerê veke û wî bibîne, lê mixabin ew pencere hîç venabe..(li ber pencereyê jî gul hene ku ev jî wek metafor di çîrokê de cihê xwe digirin.) Hêmo ji ber cudabûna Hêro pirr diêşe, heta dawiya çîrokê behsa xweşikbûna evînê û êşa cudabûnê dike. Em dikarin bibêjin li vir "cudabûn" bi du wateyan hatiye bikaranîn. Yek, dûrbûna ji yarê ye, ya din jî cudahiya di
Evînek platonîk û deh sal bi êş pey evîndarê xwe bigerê . Gerek dijwar , bi êş. Di wê gerê de rastê gelek bûyeran tê bi tenê serê xwe.
Teqez bixwînin û hûn jî xemgîn bibin ji gotinên sylvîa.
Berhem bi gotina serleheng Adar " Ez vê eskeriyê bikim û di vê navberê de derxim" ve destpêdike. Temenê wî 20 û li gor texmîna me buyer serê salê du hezaran pêk tê. Lê haya Adar haj bayê felekê tuneye, bi awayekî apoliktik dijî. Berhem giştî lixwegerina Adar diherike. Dema berhem berbi dawî dibe. Xwenêr Dibîne ku Adar dibe kesekî netewperwer û cegerpola.
Adar,keça nûcîwan, malbata keça nûcîwan, ew revde qaçaxçî ( ên di newalê de tên kuştin) hemû bêayik û bêgunehin, lê rastî zilma dagirkir ango rastî zilma Komara Gel tên. Navê selhirdêran heye lê xwe tunene. Komara Gel xwe serhildlra wekî xayin dihesibîne. Lê ew serhildêrê pey mafê xwenin. Biketana vê kelehê û rastî van îşkenceyan bihatana. Ew zilm ê wan helal buya? Niviskar çima ew îtnîbatnî kiriye.
Roman destnîşana sê berheman ( Çolistana Tataran/ Dino Buzzati, Li Benda Barbaran/ J.M. Coetzee û Keleh / Franz Kafka)pêk tê. Dema xwêner dîna xwe dide van hersêyan dibine kû di wan hersê berheman de jî dijminekî xeyalî heye û serleheng biyaniyê heremê ye. Bi awayekî "polisên başin" . Lê niviskar çawa kû bixwaze vê xeyalê li holê rake û berê xwe bide rastiya erdingariyê serlehengê wî ji wê heremê û ji wî geliye. Ji bo adaptekirinê rêbazeke pir baş û serkeftî bû. Lê niviskar ew yek pêkanî gelo? Bi min na. Keseyetên ji heremê hema bêje hemî nezan û haj kula xwe tunebûn. Lê kesayetên ku ji Komara Gel de bûn xeynî leşkeran hemî jî haj derdê wê axê hebun û hemiyan jî maf dida wan . Mamoste yê Cîwan (#237002940) Û Jina bejinzirav ( #237002862) alî kî rêberê Adar hertim bîranînê wî û mamosteyê dîrokê ê muxalif e. Çawa ku beqî serê wan û mafdayina wan niştecî mafdar bun.
Têkiliya Adar û jina bejinzirav de jî disa hêmayek xwepiçuk ditînê heye û bi monologa