JANYA
xwedê ù wext xelet hatiye xitimkirin naqosên dêran kerr
minare kin
doktrinên dekolte lixwekiri, evdal
sarincên ku ji baranen derengmayî, derengbarî hatibûn damezirandin, bi derbeke neşterê ya dirinde şolî bûne... barûyên ji evinen nukleerî, di serdabên ku ji kristalên rokoko hatibûn kemilandin, qîtik-qîtikî bûne... ji xewnên bêxwedî