Gönderi

Ev çi xurûr e û ev çi xeflet e; ev çi heşmet û quretî ye? Ev çi îstixna û bêminnetî ye? Îxtiyar û îradeya di destê te de, wek mûyekî ye. Hêz û îqtidara te, qasî zerrekî ye. Û heyata te, temirî; tenê tîrêjek ma. Emrê te çû, hişê te pûç bû, çirûskek ma. Şuhreta te borî, tenê gavek ma. Zemanê te derbas bû, ka xêncî qebrê, tu cîhekî ji te re heye? Bêçare! Ma ji ecz û feqra te re hudûdek heye? Emel û xwestekên te, bêhed in. Ecelê te, nêz e.
··
414 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.