Belê, çawa ku kerametên welîtiyê hene, wisa kerametên niyeta xalis jî hene. Hetta kerametên semîmiyetê jî hene. Nexasim dibe ku kerametên birayên ku ji bo Xwedê di daîreya biratiyê de ciddî û jidil in û alîkariya hev dikin jî hebin. Hetta şexsê manewî yê civateke weha dikare bikeve hukmê weliyekî kamil û Xwedê alîkariyê bidiyê.
(Mektubat: 501)