Mem û Zîn
Hetta weku ker nebî tu el'heq
Kengê dibiye wezîrê mutleq
Şîrove: Birastî ku heta mirov nezan û ker nebe, mirov nabe wezîrê mutleq û ser li fermana şah û mîran da.
Balkêşî: Ev malika, gotinek pêşîyan ya Farisan tîne bîra mirovan, ya ku dibêje:
Eger xer nemîbûd qazî nemîşod. wate:
"eger ker neba, nedibû qazî".
Ew gotina jî çîrokek wê heye:
Dibêjin yekî dixwast bibe qaziyê bajarekî, lê şêxê(mezinê) wî bajarî nedipejirand. Daku qazî destek peyda kir û kerek wek bertîl ji şêxî ra şand û li dû ra şêx ew wek qazî pejirand.
Jêrenot
el'heq: bi rastî
mutleq: bi durustî, serbixo
wezîrê mutleq: wezîrê ku ji gotina şah yan mîran dernekeve û herçî ew bêjinê eger bi ziyana gel be jî bipejirîne û şah û mîran ji karên nebaş dûr nexin û bergiriya kiryarên wan yên nebaş nekin.