Mem û Zîn
Zînhar mu'hub mebe li xiraban
Ne dost ne dujminê kilaban
Ger dost bî dê biken te mirdar
Wer dujminî dê te ken birîndar
Şirove: Ez bextê te da me, çi caran nebe heval û hogirê mirovên xerab. Çi caran ne bibe dostê segan û ne jî bibe dujminê wan. Eger tu bibî dostê wan, dê te jî weke xwe mirdar bikin. Eger tu dujminê wan bî jî, dê te birîndar bikin.
Ehmedê Xanî
Jêrenot:
Kilab: kûçik