Û hun
Rewşenbîrên ku li ser navê me
Di ferehî de
Xewnên rengîn dibînin
Di pêkuta
pêstûriya
romê de
Mîna genek
Xwe davêjin daw û delavê Kemal
Pal vedidin
Li ber siya Navrana wî.
Rojen Barnas
Jêrenot
Pêkut: tade, pest
Pêstûr: zordar
Genek: bi tirkî kene