Mem û Zîn
Herçende qewî muşşeweş im ez
Ewçend bi muşşeweşî xweş im ez
Sed sal eger bikin mi me'hbûs
Ma ez qe dibim ji weslê meiyûs?
Şîrove: Herçende ku ez(Mem) li vê zindanê da gelekî perîşan û aloz im, lê ez bi wê alozî û perîşanbûna xwe dilxoş im. Eger li ser te(Zîn) sed salî jî min zindanî bikin, ma ez qet ji weslê bêhêvî dibim?
Ehmedê Xanî
Jêrenot:
Muşewweş: perîşan, aloz
Meiyûs: bêhêvî
Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî