Hevdû nedinasîn rûbirû
Bêî ku neyartiyek şexsî jî hebe
Yên we û yên me di neqebek de
Bi serî li hevdû qelibîn.
Heyf herdû alî jî terr û ciwan
Jiyanek dûrûdrêj ber bi pêşeroj
Li ber wan hebû
Ku
We bihêla.
Yên we pergalparêzên bi meaş
Pergala ku ji tariya korahiya mirovîn
Mafnenasî û sitemê
Liserê me
kiribû bela.
Yên me wekhevîxwazên miftîbelaş
Li pey serê hev digerîn ji xwe
Li hev teqandin, li hevdû xistin
Bi fermana general
Yên we bûn şehîd
Û yên me kuştî.
Heyf! Gelek heyfl
Ji meaşên xwe bûn şehîdên we
Ji çekên xwe bûn yên me yên kuştî
Yên we bi ayîn û merasim hatin veşartin
Yên me wek tov ketin erdê, neşûştî.