Min ji te hez kir, te ji popülizmê
min ji te re digot bi zimanê xwe bifikire,
te şerm dikir ku bifikirî
Te cilên ji xwe qutbûyî û bi
asîmîlasyonê dirûtî li xwe dikir,
ji bo te ev şaristanî bû,
ji bo min ew pevçûnek çandan bû
ji ber ku cilên herî baş ên ku li gorî te cil û bergên kurdî yên herêmî bûn.
Li ser navê femînîzmê te xwe tazî dikir .
Te xwelî sere xwe dikir...
Dema ku tu diçûn zanîngehê,
bi xwe bawer bûn
bi du gotinên şîrîn serxweş bûn
şevekê li wir ma yî û şevekê jî li vir
We çi derewen xweş ji diya xwe re kir
Ev tu yî keça kurd, rastî mirov diêşîne
Belê, belkî hûn di malbateke ku bi were nepeyivî û guh neda pirsgirêkên te mezin bûn
Lê qedera me kurdan jî ev bû
Êdî kes nikare we bigre..
..
Erdal dersim