bêbextî
ma te çî nekir
çi neanî serê vê xaka pîroz
ku li ser hildibe
gur û geş dibe agirê newrozê
û li ber tên xwarin sond û ehdên dilsoj
lê te bira bi bira da kuştin
kur bi bav
keç bi dayikê
ap bi birazî û xal bi xwarzî
ji bo armancên takekesî
te bêrûmetî li xwe kir miqerisî
bûyî maşikê dagirker û mijokan