Gönderi

Di heyva gelavêja sala (1336) 1920 an de, Serokatiya (Federasyona-SC) Milî, navçeya Wêranşarê bi destxitibûn û serhildana xwe îlan kiribûn. Min bi van xelat û perûyan pêşi li hevkariya navbera van hozû beran û malbata Paşê (Malba- ta Brahîm Paşayê Milî-SC) de ye da berterefkirin. Min bi van hoz û beran, şopandina (bipeykerina) malbata Paşê di devera Qerejdaxê de da pêkanîn. Mim yên ku di vê deverê de alî- kariya malbata Paşê dikirin, bi van hozan dida şopandin. Di pey vê şopandinê de, dema cara dûyemîn ku me terbiye û hedê dûtallên Paşayê serokên hoza Milî, bi van axa û serok berên Dêriki, alîgirên me bûn nişani van da. Di roja 16 Pûş- bera sala (1337) 1921 an de ku dûtalên Paşê êrîş anîn ser Ra- suleynê, (10) disa çek û zevadê van ji kîsî wan, van axayan bi hejmarekî wek bi 300 an 400 kesê suwarî tevî hêzen me bûn û alîkariya me kirin. Ji van libat û helwestan tê zanîn ku min van kesan jî bi bertîlên gelek biçûk kirine alîgir û hevkarên me.
·
25 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.