Jixwe; her kes tirsekê mezin dike di nava xwe de.
Tirsa ku her kes ji ber dikeve tayê: tirsa mirinê!
Yê ku ji mirinê bitirse, dikare mirinên xwe bikuje?
Her kuştin bi destê kujereki ye, lê yê tirsê..?
Tirs kurmik e, tu xwedî dikî, ew te dixwe!
Werin; beriya şapê, lehiyê, tofanê....di welatê kuştinê de em kuştinê bikujin! Werin; di welatê mirinê de em mirinê bikujin!
Werin di welatê xwe de ne xwe û ne jî hevdu bikujin?