Wesiyeta Qazî Mihemed Wesiyet Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure. Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in. Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin. Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew û xapandinê we bînin beramberî hev. Ji tevî dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel'ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî. Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên
Gorî û Bindest
Tu bimrî mirinekî bi rûmet bimrî Arjen Arî 🌼
Arjen Arî
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
'Mirov bi mafên xwe mirov e!' Komeleya ku li ser bingeha parastina mafê mirovan di sala 1988ê de li Amedê hate avakirin, û her roj di gel şert û mercên dijwar, di gel ku ji hêla hêzên tarî-ewlekarî yên dewletê ve hate bizdandin, kar û xebatên wê hate astengkirin, car caran jî deriyê wê hate girtin; lê dîsa jî bi dilêrî û wêrekiyeke şayanî pesnê bi ser binpêkirina mafên mirovan de çû, duh êvarî bi kokteylekê, bi amedebûna kesayetên navdar: serşaredar û şaredarên taxên bajêr, serokê xurfeya bijîşkan, serokê baroyê, ...û bi pişikdariya hin nivîskar û kesayetên serbixwe, û serokên kevn yên komeleyê: Mehmet Vural, Hatip Dicle, Osman Baydemir, Selahatin Demirtaş ...û birek mirovên mafparêz 20 saliya xwe pîroz kir. 20 sal temenek e.. Temenekî bi binpêkirina mafê mirovan mişt! Temenekî bi salên bi hêsr û girî berxweş...û bi mirin û kuştinê tijî.... Niha, li ser pêya, li hola ku kokteyl lê tê gêran, di nava xireqetî û xirecira evqas mirov de mafê min ên ku hatine binpêkirin têne bîra min: Girtin...desteserkirin û dîsa desteserkirin...û herî dawî birîndari! Ji nişkê ve hildiçenim: Tê bîra min, ku 17 sal in mişext im li vî bajarî! Bîra mirov, xasma ya mirovên ji civat û gelên bindest bo çi mîna bîrên bêav mayî, ku tu bi kuç û beran dagirî, wisa zû dixitime? Zilm û zora pergalê ku em li hêlekê deynin kartekek jê xem û mitaleyên rojane be, ya din gelo ne xweşûştin e ji qewimîn û karesatên rûdayî? Ez bi xwe, xwe bi heft avan bişom û veşom jî nikarim xwe bêrî bikim ji gunehên bûyî! Ya divê tu nejî di nava civateke gunehkar de, ya jî tu bi xwe gunehkarekî! Li gorî feraseta min ji gunehên bûyî bi qasî takekes civat bi xwe xwedî pahr û pişk e, û berpirsiyar e! Erê, weke gelêkên ji vê civatê ne min bo pevrejiyînê ev civat hilbijartiye; erê ne min ev ziman
Kurdî
Wesiyeta Qazî Mihemed       Wesiyet Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan.  Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure. Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in.  Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin.  Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew  û xapandinê we bînin beramberî hev. Ji tevî  dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî.  Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram
Zımanê Kurdi