"Kîjan wêje, kîjan huner, kîjan çand, kîjan nirx? Ji bo kê, ji bo çi?" (177)
Ev berhem, di eslê xwe de, mukirhatina nivîskarê Kenyayî N. W. Thiongo ye ku çawa piştî çendîn salan ji mala xelkê (Yên din/Ewrupa/Mêtinger) vegeriyaye mala xwe (Em/Afrîka/Mêtinkirî). Di nav berhemê de nivîskar ji me re behsa demajoya vê vegerê (homecoming) dike. Di serî de, Thiongo bi me dide zanîn ku mêtingerî derdekî hevpar e ji bo hemî gelên mêtinkirî, lewra li ku derê biqewime, li wirê hema bêje bi heman modelan tevdigere. Ji ber hindê, herçî kesên ji vî derdî muzdarîb dema vê pirtûkê bixwînin dê bibêjin "aaa ê ev behsa me dike, nexwe Kenyayî birayên me ne, reş in lê xweş in :)" hwd. Ger wisa be çareseriya ku ji bo xelasiya Afrîkayê divê, ji bo gelên din ên mêtinkirî jî derbasdar e.
Thiongo, di berhemê de herî zêde li ser meseleya ziman disekine, lew ziman amraza ewil (belkî ya herî girîng) e ku mêtingerî bi saya wê pêk tê. Ango yên ku diçin welatan, dixwazin wan deran zevt bikin, li wir hakimiyetekî ava bikin, berî her tiştî zimanê wan welatan ji navendê derdixin û "zimanê xwe" dikin navendê. Ne tenê ziman herçî tiştên ku miletekî dike milet dikeve ber çerxa mêtingerîyê, bi vê re jî biçûkxistin û bîyanîkirin dest pê dike: "Rûxandin an bêqîmetkirina bi qesdî ya çand, huner, reqs, ol, dîrok, erdnîgarî, perwerde, çanda devkî û wêjeya gelekî û berzkirina bi zanebûn a zimanê mêtinger. Hakimiyeta zimanê gelekî ji aliyê zimanên neteweyên mêtinger ve ji bo hakimiyeta alema hişî ya yên dagirkirî pir girîng bû." (51)
Tê dîtin ku dagirkerî berî her tiştî di "hiş" de dest pê dike, lew doza azadiyê jî divê herî pêşîn di wir de dest pê bike. Tişta ku nivîskar ji me re dibêje ev e û ev jî bi rêya dagirkirina zimên pêk tê. Berzbûna zimanê "wan" bi xwe re biçûkbûna zimanê "me" tîne, bîyanîbûn dikeve