Me berbangên binefşîn ji bîr kirin, ji ber ku biharên me bê gul dibişkivin.
Ewrên stewr êdî li payizên me barana hezkirinê nabarînin, evin teyreki koçbere, çêlikên bê nasname bi firê dixîne
û em hîn di xebroşkên "hebû tunebû" de li çîroka xwe digerin...
Helbesta Japonî a gelerî Haîkû, alî rêbaz ; Sê rêsteyê 5+7+ 5 ango bi 17 kiteyan pêk tê . Bi hişmendiya xwe jî grêdayê felsefeya Zen' ê ye.Zen; rêya, jiyana xwerû hişê zelal û hestên hênûn dide pêşiya mirov. Tevlî vê bi xweza re lêvhatî ye. Kêlî bi kêlî, gav bi gav di xwezayê de, bi xweza rê dijîn, demsal himê serekeye;guh didin demsala û rê didin ber jiyana xwe.
Tevna Haîkû' yan jî li ser dem û demsalê hatiye sazkirin. Fikir, raman, hêst hemî hêmanên jiyanê bi liv û tevgerên xwezayê;fikirên herî mezin, hêstên herî kûr bi kêliyeke xwezayê tê ravekirin.
Em werin li ser Haîkûyên Berken Bereh; Hestên kûr bi ristineke hênûn divê kanî diherike nava dilê xwîner. Hêman diguhere, hêst diguhere lê riste qet hînbûnê naqete direse hey direse. Cîb ciya xweza hebû lê kêlî qet tunebû, bi demsalê remzekirin hema bêje qet tune bû. Wek a gelerî 5+7+5 tunebû lê bi tevahî 17 kîteyan pêk dihat. Helbestên Bereh ên sê riste û 17 kîteyan pêk dihat pir xweşbûn mala Helbestvanê dilovan ava, pênûsa wî her sax be.
Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû