Em bi hevre mirin mirovno!
Pênc hezar însan
Ne şînahiya esmanan
Ne xweşikbûna kûlîlkan
Herikîna çem û robaran
Û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ne êdî.
Stranên me yên evînî rawestiyan lê negerin
naxuye di bîbikên me de jiyan
ji toza ewrên zer û bêhna sêva riziyayî zêdetir.
ji xwe em xizmên hev bûn
xewn û xeyalên me wekhev
em bi hev re mirin
pênc hezar însan.
16/03/1988🥀
Berken Bereh🖤
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
" Dayê! Behna sêva tê" Em Helepçe tu carî ji bîr nakin. Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin bajare Helebce. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran Kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.