Divê mirov berî pirtûkê nivîskarê pirtûkê binase hêja naveroka pirtûkê hîn bive. Nivîskar Osman Sebrî yanê bi bernavkê wî Apê Osman di sala 1905an de li gundekî Adiyemanê hatîye dinê. Li sala 1932 yan di kovara "Hewar" de dest bi nivîsandinê dike. Heta dawîya jiyana xwe jî di kovarên cûda cûda û qazetan de nivîsandina xwe berdewam dike. Li sala 1957an de li Sûrîye avakirina partiya yekemîna Kurda sîyasî de dewr distîne. Di jiyana xwe de bi Kurdî gotar, helbest, bîrewêrîya dinivîsîne. Û sala 1993 yan li Şam'ê jîyana wî bi dawî tê.
Vê pirtûka helbesta(Bahoz), Osman Sebrî bi navê "Bahoz, bang, Jan, Feleka Bêbext, Wefda Kurdî, Ho Xort" 6 helbestan û
bi navê "Ji dest bextê reş û hevalên şaş" jî beşek heye ev beş ji bi tarzeke nivîsîna dûz û bi zimanekê helbestvane hatîye nivîsîn.
Di pirtûkê de, di helbestên wî de behsa dîroka Kurda dike. Zilma ku li Kurda bûye û mixabin Kurdên xayîn jî di nav helbestên wî de cîh digirin.
Û mînak jî dide wekî zordarîya Fransa li Cezaîrê kirîye. Serhildana milletên din yên cihanê çawa serhildane mînak dide.
Di helbestên xwe de zehf şiretan dike;
"Ji min bibihîse şîreta biran" (rûpel 61)
Lê bi giştî şîretan li xortên Kurda dike. Hêvîya xwe û gelên xwe jî bi wa xortan girêdide;
"Ho... xortê kurd ê hêja !
Hêviya gel û welat û welatiyên min."(rûpel 60)
Û di nav van koledar û zordarên ku Kurd ketine destê wa jî, rê nîşanî wa dide;
"Agirê serxwebûna milletan
Divê xebateke xurt û gelêr û yekrû
Tenê bi pifkirinê venakeve,
Jê re dixwaze gelek êzing û ardû...
Ardûyê vî agirê han,
Divê em bin, ho.. Kurdên camêr û bi rûmet!" (Rûpel 55)
Mixabin Koledar û zordar li her çar alîye me jî wek hirça û hova ne. Li gor min ji van koledar û zordarên encax mirov bixwîne, Dîrok, çand û zimanê xwe ji bîr neke, bi aqilên geş û bi ligelhevbûnê dikare xilas bive.