Leyla qasim
Em ê tabûtke peyda kin alarengin bi serde kin Li ber dijminre derbas kin digel şêx û mela Leyla Tu xweş fexrê ji Kurda ra bi kerwanê şehîda rê Dilê min tim bi hewar e ji rengê bilbila Leyla... 🥀🥀🥀🥀
Kurdî
Dengê Perîşanê
Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe şerm û fehêt e îro tu razî Cegerxwîn
Kurdî
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
ez im dildar, ez im xembar yar yar yar dikim gazi û dikim hewar yar yar yar dosta min bû, yara min bû kes nedi mîna te yar... #Ciwan Haco
Stranen kurdi
Evdirehîm Rehmî Hekarî - Bang
Hişyar bûm ez, dinya hemî kerr Bi dengê melayî "Ellahu ekber" "Ellahu ekber" dengê mînare "Rabin" dibêjit, her wek hewarê "Rabin" dibêjit, weqtê sibê ye Sahibxebatan, şeytan li pê ye Mexlûb nebin hûn ji destê leînî Bona Xwedê ye, rabin bi çînî Paqij bikin xwe ji kemê û qirêjê Hazir bibin hem bona niwêjê Hazir bibin û `efwa qusûran Ku Xaliqê we, we d`xwazit dîwan Wext teng e, lez kin, bigîhne mizgewt Li pey melayî, her eoj nederkewt Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin Ca xelq nebêjit "bêhiss û dîn in" 24 Çiriya Ewil 1414 (Li gora Bozarslanê tarîx xeletiya rêzkirinê ye û yê rast 1334/1918 ye.)
Kurdî
Kobanê
Hawar hewar Hawar hewar! Van dıjminan Qada me xwar. Kîne Em? Cegerxwîn
Kurdî
Cegerxwîn - Dengê Perîşanê (Lo Lo Pismamo) Lolo Pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leşkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweşmêra j’hev bela nakî Lolo Pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Ristem yan Êzdîn şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî Lolo Pismamo haya te j’te bî çarika minê reş li serê te bî Roja lêdanê mêr be l’meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja Kurda ye Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe şerm û fehêt e îro tu razî şalê Xerzanî rabe li xwe ke L’pişta xwe girêde rext û fişek e Pisamê min î, dotmama te me Mi j’te re kil dane çavên belek e