Ji destpêka tarîstanê;
Ji wê roja afat pê de hatî û karesatî,
Heta weke îro, ma çi bû û çi nebû?
Çend demsal buhurîn,
Çend hewar kerr bûn,
Çend zevî hişk bûn,
Çend hêvî zer bûn,
Çend êş û kul şîn û der bûn,
Xwedê dizane!
û ev dilê reben
Hê perîşan e!
Hê çav bi te şil û dil bi te nêm e,
û hê jî ez ê bi tenê me...
Birîndarê mala bavê min xortekî ciwan e,
Li vê çola Xwedê ne balîfek ne jî ban e,
Li ber serî ne hekîmek, ne jî derman e.
Hewar û qêrîna min nagihîje malên apan e.
tu xwe bêhiş û şaş nekî,
'evdê xudê aciz nekî,
ew xwehr bêje tu rast bikî,
nebe kesê yê dirize.
bes bike hewar û qêrîn e,
ga dimre cotyar dimîne,
paşeroja xwe bibîne,
nebe kesê her xusirî.
bes wek benîştê bicû,
dewranek bû hat û çû,
ma kî hat û neçû,
Xuda rehman û rehîm e.
Li ser ve riya dejwar
Min ji kire pir hewar
Da ji bo we ji rojeke
Dınya bibe gul nihar
Bu çetin yolda
Imdat diye çok bağırdım
Bir gün sizin de
Dünyanız gül bahçesi olsun diye