Çar dîlber
ji mir gotin li qamişlo dîlbera te mest û gêj e li ser êşa vê dîlberê yek şîretê kes nabêje gotin bûk e lê biçûk e çîroka wê pir dirêj e destê nojdar brîndar e bin nenûka tev qirêj e ji mir gotin li amedê dîlbera te pir dinale di çavê min ji hêsra re şev û roj sor peyal e ev bû sed sal di vê xewnê li pêş çava hîn xeyalê sal buhurîn li hêviya wê serê îro gewr û kal e ji mir gotin li mehabad dîlbera te wa bêdeng e di zindana kul û êşa xemla bejnê tarî reng e heger wilo jehr bimîne cihê wêna gora teng e min got bes e vê nebêjin hîn ji mêjde şox û şeng e
Şiir
Cegerxwîn - Bêriya Welat Ka Ferîdûn , ka Direfş, taca Keyan li ku ye , Ka Guhderz û ka Ristem, ka ew meydan li ku ye? Ka padîşahê Elwend, ka siltanê li Deynûr , Ka Eyûbî, ka Dêsem, kanî Merwan li ku ye? Ka mîrekên li Baban, ka paşayê Rewandiz, Ka Cizîr û kanî Mîr, ka Bedirxan li ku ye? Kanî mîrê Behdînan, kanî mîrê Hekaran, Ka mîrekên li Zazan, mîrê Xerzan li ku ye? Kanî mîrê Hesenkêf, kanî mîrê li Sasûn, Ka mîrekên Mecenkurd, mîrê Şêrwan li ku ye? Ka Meletya, ka Xerpût, ka Çermûk û Sîwerek, Kanî Ûrfa, ka Sirûç, mîrê Milan li ku ye? Ka Wêranşar, ka Dêrik , ka Mêrdîn û Nisêbîn? Kanî Amed, ka Hezro, mîrê Hîzan li ku ye? Kanî Stewr, ka Mîdyat, ka Erzen û Bişêrî, Ka Aşît û ka Hêtem, ka Gurdilan li ku ye? Ka Bedlîs û ka Sêrt, kanî Mûş û Erzerom, Kanî Qers û Bayezîd, ka mîrê Wan li ku ye? Kanî Miks û ka Xesxêr, kanî sera Mexînan,
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Berken Bereh helbestvanekî Kurd e. Di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakur) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li Bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê "Êş" Di sala 2001ê de, herweha yek bi navê "Şagirtên Evînê" di 2003yan de bi rêya Weşanên Sî li Stembolê û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî û "Şîna Helbestê" 2008 weşanên Doz çap bûn. Li zanîngeha Bilgiyê ya Stembolê, ya Colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr, Dihok, Amed û Wanê tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir. Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî, Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand. Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike.
Kurdî
Newroz pîroz bê
Binya darê ez bûm agir vêketim li serê çiya Li newrozê bûm berxwedan, ma çi germ e zilma zindan Sêkirîta me piroz be Ez im hey hey Mazlum Doğan Diyarbekir Elezîz Wan Mahabad Hewlêr Batman Diyarbekir Qamişlo Wan Mahabad Dersim Batman Pêxin agirê newrozê bigrin govenda rojê Bi hev din dest û milan bihejînin erd û ezman Bi hev din dest û milan bila bibînî cihan
Newroz Piroz Be
Ji Mahabad heta Amedê Ji Amedê heta Qamişloyê Ji Qamişloyê heta Hewlêrê Ji Hewlêrê heta Wanê Ji Wanê heta Efrînê Ji Efrînê heta Urmiyê. Çar parçê Kurdistanê Newrozê we pîroz be.
.... Efendîî
Di şeva hîcranê de Ji berê bêtir ji te hesdikim Di şeva hîcranê de Ji berê bêtir ji te hisdikim Ji sorê te, ji keskê te û ji reşê te jî hesdikim Ji rêvîyen te, yên kû ne ma li hilînîn xwe ve digerin Ji rêwîyen te, yên kû ne ma li hilînin xwe ve digerin Ji trênên te yên ku nema digihîjin ehmed Huseynî îstekê xwe Jin serhişkîye şervanên te hesdikim Ji her çar, Ji her çar parçe yê dilê te hesdikim Ji Mahabad , Hewlêr, Amed û ji Kamişloka li ser dilê te hesdikim û ji heskirina te hesdikim, ji heskirina te hesdikim Ehmed Huseynî
Kurdî