Mîrê Alfabeya Kurdî: Celadet Elî Bedirxan
Puan vermedi·93 syf.··
2025 101. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 31 Ağustos 2025 09:56
"Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen." (36) Helbest û nivîsên vê pirtûkê ji kovara Hawarê hatine berhevkirin. Bi minasebeta vê pirtûkê em ê bi kurtasî behsa jînenîgarîya Celadet Elî Bedirxan bikin. Rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Bedirxan, kurê Elî Bedirxanê endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd û nebîyê mîrê Botan ê dawiyê Mîr Bedirxan, di sala 1893yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Beriya Celadet were dinyayê, malbata Bedirxanîyan ji aliyê dewleta osmanî ve sirgûnê Stenbolê dibin û vegera li Kurdistanê li wan tê qedexekirin. Her çiqas ji welatê xwe dûr bin jî Elî Bedirxan zarokên xwe bi awayekî kurdewar mezin dike, ji wan re mamosteyan digire ji ber ku ji çanda bav û kalên xwe dûr nekevin, yek ji wan mamosteyan jî Hecî Qadirê Koyî ye. Celadet, di temenekî biçûk de zimanên biyanî hîn dibe û li amûrên mûzîkê dixe. Dîsa di temenekî biçûk de dest bi rojnamevaniyê dike û di rojnameya Serbestî de dixebite ku ev rojname yekemîn rojnameya rojane û ya herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar Mewlanzade Rifat ve hatiye weşandin. Celadet, ji bo xwendina bilind bi tevê birayê xwe Kamûran Bedirxan diçe Almanyayê. Demekî li wir dimîne, piştre ji bo damezrandina rêxistina Xoybûnê derbasê Şamê dibe. Di sala 1927an de Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek pêşengên kurd bi hev re, li Libnanê rêxistina Xoybûnê ava dikin û Celadet wek serokê rêxistinê tê hilbijartin. Mixabin ji ber ku serhildana li çiyayê Agirîyê têk diçe, Xoybûn jî belav dibe. Piştî vê bûyerê Celadet Bedirxan dev ji sîyasetê berdide û biryar dide ku êdî ji bo ziman û çanda kurdî xebatan bike. Hê dema li Almanyayê ye fikra derxistina alfabeyeke kurdî ya bi tîpên latînî di hişê wî de ye, piştî ku derbasê Şamê dibe êdî dixwaze vî xeyalê
 Were DotmamCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
Jineke Xinani
Puan vermedi·79 syf.··
2023 41. kitabı
Ez ê lêkolîna xwe weke hercar bi nasîna nivîskar de destpê kim. Kîye gelo Şêrzad Hesen? Li bajarê Hewlêrê sala 1951-52'yan de hatîye dinê. Gelek berheman ji zimanê ingilîzî wergerandiye Kurdî û xwedîyê gelek çîrok û romanan e. Hesar û segên bavên min, Xewna pîrepindan, M, Tenahî..... Bawerke Şêrzad Hesen bû nivîskarê sêyemîn ku ji Bâşûr dixwînim. (Bextiyar Elî, Ferhad Pîrbal) Nivîskarên Başûr gelek gelek hêjane. Yanê zimanêkî wisa xweş, edebî di pirtûkê xwe de bi kar tînin ku ne pêkane mirov ji bo wî zimanê hêja ku çend pirtûkên wan hebin jî mirov nexwîne. Şêweyeke têr û tije edebî û lihevhatî... Şêrzad Hesen jî di pirtûka xwe de şêweyeke wisa bi kar anîbû, ji xwe ez dibêjim qey ne ji wê şêweyê bûya mijara pirtûkê ne ewqas xweş bû ku pirtûkê bide qedandin. Jixwe nivîskar jî, hêjabûna xwe bi piranî di vir de nîşanî xwendekaran dide li gor min; Wexta mijar çiqas xweşbe û şêwe nexweş be pirtûk naherike, lê gava ku şêwe xweşbe mijar çiqas nexweşbe jî pirtûk bi awayekî diherike heta ku diqede. Mijara vê pirtûke dişibiya pirtûka "Nikos kazancakis" Zorba Ji xwe gava min lehêngê vê pirtûke Xalê Memo ku gohdar dikir min di go qey lehenê pirtûka Zorba de "Zorba" gohdar dikim. Du heb lehengê pîr, ku ketine pey jina, hezkirina jina... Ku qet ji wan têr nabin û li gor wan avabûna vê dine jî ji bo "Jin" a ye. Di derûnnasîyê, tiştê ku di civakê de neyên pejirandin, mirov bîne wî halî ku civak wî tiştê ku berê ne pejirandîye, bi bejirîne, jê re dibêjin; "bilindkirin"(Yüceltme) Îjar ku lehengê pirtûkê Xalê Memo jî di jiyana rastîn de li ber we van gotinan bike (Xalê Memo zewicandî, piyala araqê di desta, li rex kurê xwe serbûhirîyê xwe yî ku bi jinên xinanî re derbas kirîye dibêje) wê mirov xwe jê dûr bike, wê
Edebîyata Kurdî
Jineke XinanîŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201122 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Puan vermedi·200 syf.··
2021 6. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 11 Şubat 2021 00:55
Mihemedê Hacîzade, meleyekî xelkê Tehranê, temenê wî derdora 45 salan ji ber fikrên xwe, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê hatiye "xelî lîbaskirin" ji meletiyê tê dûrxistin. Mihemedê Hacîzade ji ber rejîma Îranê direve tê Parîsê daxwaza mafê penaberiyê dike. Ferhad wênesazêkî kurd e, û ji Hewlêrê ye, ew jî ji ber şer û pêvçûnên li welatê xwe bêçare dimîne û tê Parîsê mafê rûniştinê digire û dibe hemwelatîyê Fransa yê.Li Hotêl Auropa kar dike û wênesaziyê dike, wêneyên ku çêdike li galerîyan difiroşe. Monsieur Luciana bi eslê xwe cihûyekî Portekîzî ye. Mal û serweteke wî yî pir zêde heye, xwedîye Hotel Europa û çend hotêl, apartman û dermanxaneya ye û akademîsyenî yê jî dike. Lehengên sekereke ên romana me ev her sê kes in. Vebêjerê romanê Ferhad e.Roman bi piranî bi diyalog û monolog ên ku dinavbera van her sê kesan derbas dibin de hatiye honandin. Ferhad li Parîsê Mihemedê Hacîzade nasdike û dostanîyek dinavbera wan de heye. Ji ber bêçaretî û hejartiya Mihemedê Hacîzade, Ferhad hertim dixwaze alîkariya wî bike û jê re karekî bibîne Hacîzade ji ber ku hemwetîtiya Fransayî negirtiye karekî baş ji xwe re nabîne û li lokantayan firakşotiyê dike. Bi xwestina mêrikekî fransî yî pîr bi pereyekî zêde pê re homoseksuelîyê dike.Ku ev merik dimire Hacîzade carek din bêkar dimîne û li kafeyan falbêjîyê dike. Ji bo çar mehan Ferhad ji hotêlê vediqete û Hacîzade li şûna xwe de dixe karê hotelê. Jiber ku Hacîzade pir dişibe Monsieur Luciana ew pasaporta xwe bi hev diguherînin. Luciana bi pasaporta wî diçe Îranê. Hacîzade meleyê Îranî ji bêçaretîyê ji kesayeta xwe dûr dikeve û tiştên ji îslamîyetê dûr dike. Penaberî wî ji nasnameya wî ji çand û exlaqê wî dûr dixîne. Ev kirinên wî zor û zehmetiya penaberîyê nîşanî mirov dide. Monsieur Luciana patronê Ferhad xwedîyê Hotêl Europe.
Kurdî
Hôtel EuropeFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201254 okunma