Jan

Jan
@jan_yekta
O gün geldiğinde acılarımız isyanımıza karışıp ateş püskürtecek
şêx
İlköğretim mezunu
170 okur puanı
Nisan 2021 tarihinde katıldı
8/10
·72 syf.·
2022 9. kitabı
Werin em jînê bêhn bikin. Meha Nîsanê roja yekem merheba ji were.hûn çawenin,karkerno, Xwendivanno, batalno. çîroka we çaw derbas dibe.hûn dikenîn an ji digirîn, hûn bextewarin an ji xemgînin. Çîroka we li we bûye êş an jî şahî. Em bi xwe tev çîrokekin çîrokek yê nîvcoyî bimîne. Carna wûsa ez aciz dibim ji xwe, ji vê jîyanê. dilê min her tiştî sar dibe ev çîroka min li min teng dibe. Ez ewê hewqas evîndarê nivîsandinê, bêdeng dibe û naxwazê tîştekî binivisîne. Paşê ew jî fehm dike ne nivîs be tîştek min xweş nayê li vê Jînê. Û dinivisînîm noqî dibim di nav raman û hîsan de. Gelo hûn jî carna difirin di nav raman û hîsan de? Hûn wenda dibin nav xewnan de. Tîştekî cûda û nexweşe bi rastî. nebin, nebin wê şkencê li xwe nekin. Paşê difikirim dibejim gelo tu bê raman bayî, bê hîs bayî û weka darek hişk bayî ma ne çêtir bû ji te re. Weka derdora xwe, xwe kor bike, lal bike, bê rumet bike. Bi tenê razê û şîyar bibe bila jiyana te li ser van herdu tîştan be.hûn jî wûsa difikirin ne wûsa? hûn jî xwe dixapînin û xwe bi van ramanan diwestînin. Ka em çê bikin ev karê me/we yî herî vale ye li hewqas jî tijî ye. Paşê em Çîrok û dîsa çîrok çîroka xwe didomînin. Ez hinekî behsa Pirtûkê bikim. Gelo hûn zanin çîrokên me Kurda ne lihevanîn ên pênûsa nivîskarane. Çîrokên me çîrokên rast, çîrokên hatîye serê vî gelî ne tev. Çîrok tu cara ji vî gelê xilas nabe û tu cara jî wenda nabin. gund, gund bajar, bajar bigerin û mal,mal herin ji devê her Kurdî de çîrokek bêhna êşê ji dibare heye. Çiyayên me çemên me çol û deştên me ji xwe tev dîrokê de çîrokê herî mezin in. Nivîskar jî çîrokên Kurdî çîrokên gel bi zimanekî cûda û hîneki bê edebî nivîsiye. Dawîya tu çîroka xwe ne anîye. Hiştî ye fikr û hîsên Xwendivana re. Yanî dawî ya çîrokên Fahrî Ayhan hûn berdewam dikin an jî xilas
Kurdî
Bêhna SêvêFahri Ayhan · Nubihar Yayınları · 201227 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Sînê
10/10
·254 syf.·
2022 8. kitabı
Çiqas rewşek cûda ye mirov bimîne bin bandora Pirtûkekê de. Mirov dikevê valahiyekê de û kêmasîyek. Dema ew pirtûk xilas dibe mirov dibeje qey ew pirtûk mir û carekedin wê pirtûke nabine weka hezkirî yek mirov bimire û hew were xûy- akirin. Nizanim min çend çixare agir kir piştî xilaskirina vê pirtûkê û çend stran guhdar kir. Ma çima heta nûha min ev pirtûk ne xwendibû û nivîskarê vê pirtûkê birêz Dilşad Mûtî nas ne kiribû. gundê wî ber tenişta gundê me bi çavan xûya dike pê seyarekê rêya 10 dq. ez çiqas ber xwe ketim û min ji xwe şerm kir. Çîroka vê pirtûkê gelekî dirêje weka ji pênûsa mamoste ka em lê binêrin ka ev pirtûk çawa hatîye nivîsandin: "Min di sala 2002an dest bi nivîsandina vê romanê kir û nîvek jê, wê demê nivîsand. Piştre ez ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê bûm û min li vira dest bi xwendina zanîngehê kir. Hem ji sedemên cîguhezî hem jî ji giraniya dersên zanîngehê ez neçar mam ku navberê bidim nivîsandina romana xwe. Di nîsana 2010an de min xwendina xwe ya zanîngehê kuta kir û hê ji nû ve dest bi nivîsandina romanê kir. Yanî ev roman nîvek jê li Tirkiyê, nîvê dî li Almanya di navbereke dirêj de hatiye nivîsandin. Herçendî ev navbirka nivîsandinê dirêj jî be, min hewldaye, ku ez li ser qalib û bingeha destpêkê bisekinim. Bi hêviya zêdeyiyek li pirtûkxaneya Kurdî, îro min dawî li romana xwe anî. Berî niha bi deh rojan zêdeyiyek li min çêbû û Xwedê keçek diyarî me kir. Ez vê romanê diyarî Periya xwe dikim. 22.01.2011" Çîroka pirtûkê xwe weka romanekê ye mirov dikare li ser nivîsandina pirtûkê xwe jî Pirtûkekê binivisîne. Pirtûkê de behsa çê dike: - Xwendivanên Kurd (yê zanîngehê) -Ol (din) -Komûnîzm, Sosyalîzm -Nîjadperestin tirkan -Gelê Kurd -Evin Ka vica werin em hinekî liser van mijara hinekî ji xwe re biaxivin. - Xwendivanên Kurd (yê zanîngehê) Her
Rêya KadizanDilşad Muti · Nübihar Yayınları · 20144 okunma
Puan vermedi·64 syf.·
2022 7. kitabı
Silav Oza! Tu îşev ji min re bûyî hevalek baş, çiqas behsa te bikim jî yê kêm bimine. ji vê pirtûkê 1000 heb hatiye çapkirin û her pirtûkê jî hêjmara wê ser nivîsîye hêjmara vê pirtûkê jî 712 ye. Tu kes tu cara nizane "Oza" kîye. lê heta dawiya Jîyanê jî Oza yi were naskirin. Evin çîye gelo jehre an ji hingive? Ez xwe êdî nizanim çiye, êdî naxwazim meraq jî bikim... Min hê helbestvanekî bi dildara xwe re dijî û mirî nedîtiye sûc sûcê kiye çima tu kes nagihîjin hev? Naxwazim şev şev xwe xira bikim ji bo evînê. Pirtûk gelekî gelekî xweş û bi gelemperî behsa oza' yi dike û hinekî ji behsa demên Stalîn dike Hinek helbest tê de hene mirov dibe û dibe. Kesên kû bixwine bila spehi fehm bike wan helbestan
OzaAndrey Voznesenski · Ve Yayınevi · 2017459 okunma
Puan vermedi·195 syf.·
2022 5. kitabı
Silav hevalno. Min bi deng lêkolîna vê pirtûka hêja kir, Wextê min ne wî qasî geleke ji bo wê. û ji ber ku em hevalên vê derê hinekî civat bigirin , We bivê bi deng we bivê nivîs. Keremkin guhdarên hêja voca.ro/1c1NDak4Amu7 PIRTÛKHEZ û youtu.be/Yy2DChdJWBU Lêkolîna Heval Miheme #120463207
Kurdî
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200095 okunma
Ev ne lêkolîne!
Puan vermedi·59 syf.·
2022 3. kitabı
Celadet Elî Bedirxan zimannasê kurd, neviyê mîrê Cizîrê û Botanê Bedirxan Beg û xeribê gelê Kurd. mixabin wûsa ye... Derkevin ji derve ji Kurdan bipirsin bêjin "Celadet Elî Bedirxan" kiye? Sadi 90 yê bêjin ew kiye. Ew kiye ka em hinekî behsa wi bikin: wê çaxê ew çaxa ku kurd dihatin qetilkirin û dihatin xapandin, mixabin hê wûsa ye. Wî ji bo zimanê xwe ne pê çeka pê nivis û xwendinê seri rakir û berxwe da û têkoşînek dîrokî da. Bedirxan tevî Haco Aga û ronakbîrên din ên navdar ên kurd li Sûriyê di damezrandina Xoybûnê de rolek aktîf lîst. Bedirxan ku di salên 1930an de ji xebatên siyasî dûr ket û xebatên xwe yên li ser kurdî xurtir kir, di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê derxist. Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ku îro tên bikaranîn, cara yekem di kovara Hawarê de hat bikaranîn. Bedirxan di sala 1942an de li Şamê bi navê Ronahî li kêleka Hawarê kovareke kurdî ya wênesaz derxist. avakerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê wefat kir, tirba wî li Şamê ye. ( Ma çê dibe gelo ez herim ser tirba wî axx çiqas dixwazim) Piştî mirina wî, xebatên zimanê kurdî yên ku wî di saxbûna xwe de çêkiribûn li hev kom kirin. Berhemên wî yên qedr û qîmet Elifba Kurdî Rêzimana Kurdî Rûpelên Elfabê Ferhenga Kurdî Rêzimana Elifbaya kurdî Dîbaca nimêjên îzêdiyan Çima Dîrokê de kesên ku pê şûr û çeka şer kiyi nav û deng in? Çima yê Dirok nivisi bê qedrîn û nayên naskirin? Ez bawerim hûn ji niqaş in wûsa rast hatinin "dibejin ka pirtûkên we ka Diroka we ka delîlên we" Gelê me ne Zanyar û Niviskarên xwe ne ji hunermendên xwe nas dikin (kêmasiya herî mezin)
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 1998136 okunma