Katibê Şêx Seîd: Fehmîyê Bîlal
Puan vermedi·132 syf.··
2026 53. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2026 15:48
Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in. Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min. Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev. Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd. Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku
Fehmiyê BîlalAmed Tigris · Apec Tryck - Förlag · 20192 okunma
3/10
·160 syf.··
Beğendi
·
2026 14. kitabı
Romana Hesenê Metê a bi navê Labîrenta Cinan cara yekem di sala 1994 de çapbuye û 150 rupelî pêk tê. Roman bi çîroka evîna Mamoste Kevanot û Nêrgisa Koçerê destpêdike. Dema berhem diherike xwîner dibîne ku vê çîrokê tu tişt romanê/ çîroka bingehîn zêde nekiriye, hema heye. Mamoste Kevanot bajariye keçika Koçer re dizewice û tê gundekî dibe mamoste. Lê di romanê de em cudahiya van kesan qet nabînin. Heta dema çîroka bingehîn a cinan destpêdike Nêrgisa Koçer hole radibe, tune dibe. Di çapa Peywendê ( 2019) li ser pişta bergê nivisên hin navdaran hene ku qala romanê dikin. Navdara Tirk Pakîze Barişta dibêje " Realizm û surrealizma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cihên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jī dûrtir e, ev surrealizmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye." Lê ev çîrok hemî jî di nava civata Kurdan de hene. Tu şik û guman tuneye haya hemî xwênerên Kurd van gotegotan heye ango ev qinyet di civaka Kurdan de ji xwe heye. Niviskarî ev gotegot berhevkiriye û raxistiye ber xwêneran. Wekî tê zanîn li Kurdistanê wek berê gundên wisa kevneşopî zêde nemane( bo Bakûr dibejim) Ji ber wê zêdetir xwînerên îroyîn nebune şahidê van buyeran lê çawa ku min li jor jî got haya wan ji wan gotegotan heye. Mamoste Kevanot tê gund,gund hemî dînî û cînîne, di serî de agahiyê wî ên sosretbûna gund hene dîsa jî, mamoste qet jê halî nabe şêniyên gund ne asayîne. Tu bê Mamosteyî hemî agahî ji bîr kir û hemî gundiyan vê rewşa xwe veşart, ji ber wê mamoste jê halî nabe. Da ku Gabranê Baço jê re ta bi derzî dike. Ev yek atmosferekî ava nake û xwêner maliq dimine. Bûyerên gotegotên civatê li romanê hatine û têde jî rûniştîne lê hin buyer maliq mane ne li gor hêmana çîrokêne . Ger mêrikî 52 salî keçikeke
Edebîyata Kurdî
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201995 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Puan vermedi·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 31 Mart 2025 14:20
Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike. Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin. Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye. Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e,
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
Kurtasîya Pirtûkê
10/10
·248 syf.··
2023 1. kitabı
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji aliyê dewleta osmani ve hatin meşandin paşê ji aliyê qaçaran ve jî hatin meşandin. • Li Tirkiyeyê pirsa Kurd piranî di nav têgehên paşdemayîbûn, dîndarî û eşîrîbûna Kurdan de hat nîqaşkirin û wek paşdemayîbûna herêmî û neserkeftîbûna medenîkirin û entegrekirina bi aboriya neteweyî û bazarê hate nîşandan. • Çaxê desthilata mêtinger hebûn an nasnameya bindestan ji nû ve çêdikin, ew jinûveçêkirina pêk tê realîteya bindestan temsil nake lê wê çeloxwarî dike. • Koma bindest bi awayekî ku însaniyeta wan xuya neke û sûcên koma serdest bê rewakirin tên temsîlkirin. • Esasê rizgarîya neteweyekê ne ya neteweyî ye lê perwerdehî ye. Mifteya perwerdehiyê ziman e. • Bi qewlê Houston, bi vî awayî wan armanc dikirin zimanên ne-serdest têxin halê "heteroglossia (pirzimanî)" ku bi wan zimanan êdî nikare bê fikirîn an "texeyulkirin. • Dîrokên fermî ji kuştin û talankirinê pê ve qala tiştekî wî nakin • Tê gotin li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî kopiyek 14 Madeyên Wilson her tim bi xwe re digerand û bo daxwaza serxwebûna Kurd rewa bike ew wek referans nîşan dida. • Di sala 1920î de, heftê û pênc endamên Kurd hebûn ku wek Kurdistan Mebusları dihatin zanîn di nav mebûsên osmanî yên di parlamentoyê de. Serokê parlamentoyê Seyid Abdulqadir, kurê Şêx Ubeydulahê Nehri bû. • Di 1922yan de ev rewş ji hundir ve û navneteweyî ve guherî û ji bo Kurdan xirab ket. • Kemalîstan qewlên xwe yî dabûn Kurdan neanîn cî û heta di sala 1924an de axaftina bi Kurdî qedexe
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
Aşa êşên jinan
Puan vermedi·182 syf.··
2022 9. kitabı
Bêguman ewilînê edebiyatê ji êşan diwelide û hê bi dû re ew edebîyat xeşik dibe û dibe edebiyata xweşbîniyê. Her wiha êş bi jiyana jinê dest pê dike û li mirovahî û gerdûna hiş belav dibe. Jin! Maka jiyanê ye, jiyan ji nav rana jinê der dikeve holê û bi destê jinê tê honandin. Wekî her warî huner û wêje jî bi êşa jinê û bi honandina jinê xwe dide der. Çawa ku wêjeya nivîskî bi pênûsa jinê (Mensûre Erdelanî) dest pê kiriye her wiha ez bawer im wêjeya devkî jî bi gotina jinê dest pê kiriye, çimkî berî her tiştî jin hebû. Me got jin maka jiyanê ne, maka ferheng û zanîna min jî ji dê û pîra min û çend jinên di jiyana min de xwedî çandek dewlemend in. Ev jin bi gotinên xwe yên entîke û stran û xeberoşkên (çîrçîrok) xwe bûn bingeha çanda wêjeya me. Jixwe birêz Yasemîn Elban jî bi nivîsa xeberoşkan ji bo zarokên kurd bû dê/pîr. Jinên kurd jî bi rêveberîya Yasemîn Elbanê projeyeke nûh (20 jin 20 çîrok "Antolojîya êşên jinan") dan pey diya wêjekar û nivîskar Mensûre Erdelanî û ji bo êşên xwe, êşên jinan bînin ziman pênûsên xwe livandin û wekî pirtûk di Weşanên Na de weşandin. Di vê projeyê de mijarên serhildêriya jinê ya li hember mêr, protestoya çanda baviksalarî, evîn, rewşa jinên êşkêş, rewşa civaka bi destê mêr hatiye qirêj kirin hatine nivîsandin.  Tiştên balkêş û taybetiyên din yên vê projeyê/pirtûkê jî ev in;  1) Em di vê projeyê de portreyên nivîskarên cur bi cur dibînin, wekî nivîskarên bi dehan sala ne dinivîsin yên nûh dest bi nivîsê jî kirine hene. Ev nîşaneya welûdbûna edebiyata kurdî ye. 2) Di vê pirtûkê de 18 çîrokên kurmancî, yek soranî, yek jî kirmanckî/zazakî heye, ev jî nîşan dide ku projeyek  pirzaravayî ye. 3) Em di vê pirtûkê de lîqayê jinên nivîskar yên ji bakur, başûr, rojava û yên dîasporayê dibin ev jî dide nîşan ku amadekarên vê pirtûkê ji bo
Kurdî
Antolojiya Êşên Jinan - 20 Jin 20 ÇîrokYasemin Elban · Na Yayınları · 20218 okunma
AX... YEKÎTÎ
10/10
·156 syf.··
Beğendi
·
2023 13. kitabı
Niviskar Perwîz Cîhanî kû ji Xoy'a rojhilate . 24 çîrokên wek morî û mircanan di bin navê Alole de rêzkiriye . Û xistiye gerdanê. Firehbûna ziman, têgehên çandî bi şayesandinê nazenîn va ew qas xweş hûnandiye. Xwenêr vegotinê têr nabe.(Bêhna devoka Serhedê vegotin û zimanê çirokan tê :))Çîrokên xwe ser hêmanên çandî avakiriye. Teknîkên cur bi cur di nava çîrokan de cî bi cî kiriye.Gelek caran ji bo ku derdê xwe xurttir vebêje. Hewera xwe stranên Kurdî xistiye. Û wek "kolaj' stranê Kurdî di nava çirokên xwe de cî bi cî kiriye.Têgehên çandî; Çaya hêlizê bigire heya nebatên cur bi cur, Tenv, xalîçe. Nexş û nemûşên xalîça. Û hespê şêh di çirokan de cî girtiye. Hema bêje hemû çîrokan de ajal hene. Ajal jî wek ''tîp " cihê xwe girtine. Gotin hatiye ser dirokê . Bi teknika montajê amaje şerê Milazgir û a Çardiranê kiriye. Û disa bi awayekî montajî gotin biriye ser "Bekoyê Ewan" ê Mem û Zîn a Ahmedê Xanî ( #209118745) . Niviskar, ji ber neyekîtiyê pir ber wê dikeve. "Ax yekîtî"( #209113395) Alolê de qala welét dike. Welatê ku nava du hêzan de maye.(Rojhilat û rojava)Her dû hêz jî wekî deryayan mezin û kur in. Lê tekoşin her didome û tu car bêhevî ninîn. Dema yekitî ava dibe pi hebokê dikujin. Lê disa vedîjî. Dema Nû vediyê , dibê dewêkî Yekçav. (Tepegoz). Niviskar disa li vir destnîşana çîrokên efsanevî dike. Dêwê Yekçav her çiqas bihêz be jî yekîtî jî pir bi hêz e. Alole xwe tevlîheviye. Jiyan wek alolêyê ye. Lê xwegerin, tekoşin jî qet naqede û hevi jî her heye . Dema mirov dîroka bi rêza nivisandina çîrokan dirêne. Mirov dibîne ku dema niviskar welêt e çîrokên wî zêdetir ser çand û zargotina Kurdî ye. Lê dema welêt dur dikeve zêdetir polîtik dibe. Dike ku peyamê yekîtiyek bide.
Edebîyata Kurdî
AlolePerwiz Cihani · Sitav Yayınevi · 20196 okunma