Kurd neteweyeka çil milyonî pêk tînin û di herêmeka stratejik û dewlemend ji aliyê neft û samanên dîtir yên siruştî de dijîn. Hîç girîftên rasterast û kêşeyên siyasî li gel dewletên Rojava nîne û bêşik çi sedema dijayetî nîne li berdem Rojava û Amerîka rabin. Kêşeyên kurd li gel dewletên li herêmê ku ji dîroka duristbûna wan heta îro, serkanî û hokarên hemî trajediyên gelê Kurdistan in. Ji lewma îro roj kurd, di nav nêzîkî hemû welatan û civakên îslamî de, reng e take neteweyek e ku giyana dijmînayetî li berdem Rojava û Amerîka durist nebûye. Ji vê wêdetir, ji dawiya Şerê Kendavê ya Duyem pê ve fezaya hesta giştî û psikolojî ya gelê Kurdistanê beramber Rojava û Amerîka veguheriye dostayetiyê, taybetî jî hinde dostaneye ku gava leşkerên Amerîka û Rojova ji bo şerê dewleta navendî hatine Başûrê Kurdistanê gelek beşên dîtir jî tê de) gelê Kurdistanê wan wek rizgarker (ne ku dagirker) pêşwazî kir. Çimkî bawer dikirin ku ji sitem û reşkûjî dewleteka dagirker wan rizgar dikirin.
Kurdî
rojhilat di xaftanê te de asê bûye!! Rojava di çepkên te de çêbûye!! Bakur ketiye paş çeperên şevê!! Başûr bûye leheng û hozanê revê!! De rabe bo min bêje: kîjan darê ji dilê xwe re bikme kerker kîjan darbestê ji govenda birçiyan re bikime per kîjan çiyayî ji hejmartina qamçiyan re bikme ferheng kîjan zemînê ji sirûda serbixwebûnê re bikme pêşeng kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re bikme sînor kîjan mebestê ji gewriya nebûnê re bikme tor...? Rabe bo min bêje: kîjan stranê di bin çermê xwe de veşêrim bo piyala serxweşiyê kîjan lavlavê hilgirim bi dû termê xwe de bo şemala rûreşiyê...? Kîjan peyvê ji te re bikme balgeh? Kîjan xencerê ji pêşenîka te re bikime şeh? Kîjan Qendîlê ji cergê te re bikime reh? Amade be Hekar!
Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
bo Rojava û Rojhilat
Derdê min û te ji hev cuda ye Wek rojhilat û ta rojava ye Tu rojhilatî agir diyar î Ez rojava me agir veşar î
Kurdî
Li her derê Ewropayê ji bo jinûvedaxwazkirina mekana gişteyi û nerîna gişteyî divê pêşî diktatorî û îdeolojiya faşîst dawî lê biha-ta di dawiya Şerê Duyem ê Cîhanê de, û dû re pêvajoyeke rizgar-kirinê. Ev pêvajo di dawiya salên 1960î de hat zevtkirin. Tevgerên nû yên civakî dest pê kirin li ciyê ku saziyên fermî yên heyî dawî lê hatin; yanê ger mirov bi nav bike, firehkirin, jinûvepênasekirin û demokratîzekirina mekanên civakî ku tê de awayên nû yên têki liyên demokratîk peyda bûn. Di nav tevgerên jinan de lê ne tenê di wê peywendê de, têgeha nasnameyeke kolektiv kiryara kolek-tîv îma dike. Bi gelemperî, feminîst dibin alîgirên partiyên Çepgir wekî komên ji meylên faşîst dûr. Divê bê qebûlkirin ku, pêkhateyên radîkaltir ên tevgerên Ewropaya rojava, mîna komunist, anarşîst, utopîst, sosyalîst û komên komunteryen, kêm mîratgirên wan hene, mîna di pratîka fikrên wan de kesên di fikrên wan de ne zêde ne. Tevgerên reformê yên feminîstên birjûwa û liberal baştir bi ser dikevin ji ber ku rêbaz û hedefên wan di nav binyadên heyî de bêtir dikare bên tetbiqkirin. Wan kêmtir tehdîd dikir û daxwaz dikirin.
Sayfa 50
Rexneyeke min a din li PKKê jî ev bû; ji roja ewil de PKK li hemberî Kurdên ku ne pê re nin xwedîyê helwesteke nebaş bû. Di dema şerê çekdar ê li hember dewletê de jî ev helwest dewam kir; helwesta PKKê ya li hemberî Eşîra Jirkîyan û hemû eşîrên ku ne pê re bûn li gorî min pir şaş bû. Di sala 1984 an 1985an de çend kadroyên KÛK-SEyê kuştin, li gelek cî êrîş birin ser kadroyên PKI, ev bû sedem ku di nav PKKé ů Partiya Komunîst a Iraqê de şer derkeve, 10-15 kadroyên PKKê di vî şerî de hatin kuştin. Di şerê navxweyî de PKK her tim gunehkar e, em êdî zanin ku berî 1980yi kontrol ú manipulasyona dewletê di vê helwesta PKKê de heye, lê piştî 1984an jî di çaresarîya nakokîyên navxweyî de PKKê her tim helwesteke neyarî derxistiye pêş; nakokîyên di nav gel de û yên di nav gel û dewletê de ji hev cuda nin, divê metodën çareseriya van nakokîyan jî ji hev cuda bin. Hek helwestên gel ne li gori berjewendîyên te bin û heta xisarê bidin tevgera te ya netewî jî, divê tu bibînî ku ev tev şaşîyên xwe jî alîyê te ye. PKKê di van nakokîyên navxweyî de her tim xwe wek navend dît û yên ku ne pê re bin jî wek neyar tarîf kir û bi hêza xwe ya eskerî êrîşî wan kir. Li hemberî PKKê rexneyeke min a esasî yek jê jî ev bû. -Tu vê helwesta PKKê wek çewtîyekê dibînî yan dibe ku di vê helwestê de destên hêzên tarî jî hebin? Te jî qal kir, Eşîra Jîrkî ne hevalbenda dewletê bû, heta wan salên ku PKKê êrîş kir jî ne bi dewletê re bû, baca fermî nedida, esker nedida dewletê, mahkûmên xwe teslîmî dewletê nedikir, lê PKKê zor da Jirkîyan ku piştgirîya wê bikin. Jîrkîyan ev yek qebûl nekir û PKKê êrîşî Jîrkîyan kir; ew mecbûr kirin an delk dan ku bi dewletê re hevalbendîyê bikin. Dibe ku di vê helwestê de destê dewletê jî hebe? FO: Di destpêka PKKê de destê dewletê eşkere ye, lê di helwestên piştî şer de
Sayfa 221·Kitabı okudu
Gava ku me DYKD fesih kir û DDKD damezirand, min serokatî nexwest, hevalekî din bû serok, lê şeş mehan îdare kir, paşê ez mecbûr mam ku cardin bibim serokê komelê. Ev nakokî di nav heş û realîteyê de ye, heş û daxwaza me helwesteke hîn modern heta komunîst bû, di fahmê me yê komunîst de kolektifi hîn li pêş bû, lê realîteya me ne li gor vî heşê me bû. Çanda kadro û welatê me û ev fahm dûrî hev bûn, nakokî di nav wan de hebû. Ji ber vê nakokîyê her çiqas me hewl dida jî, em li realîteyê diqewimîn, realîte li pêşîya me dibû asteng. Hek ne wisa bûya, divya ez nebûma serokê DDKDê, sedema ku min nedixwest ez bibim serok jî ev bû; madem ku em ê bibin komunîst, divê haya me ji koka me ya çînî jî hebe, min dixwest ku hevaleki bikoka xwe karker bibe serok, ji çepên Tirkîyê jî hin rexne dimpin, digotin ku serokê komelê lawê axayekî ye. Me dixwest realite ne li gora vì heşî be, gavavetin zehmet e, hek tu gaveke realitesiyê li van rexneyan jî bigirin, sedemek jê jî ev bû. Lê hek di pêşîya realîtê de bî, baş e, lê hek tu çend gavan di pêşîyê de bi, realite nig davêje ber te û tu dihilkumî, tu nikanî li gora heşe xwe bimeşî û ji mecbûrî teslîmî realîteyê dibî. Di sala 1977an de li komelê me civînek çêkir, min xwe û hevalên xwe rexne kir û me biryar da ku em bi konsepteke nuh bixebitin. Argumentên wê kondeptê ev bûn: em ji hedefên xwe dûr in, divê em xwe ji hedefên xwe re amade bikin. Hek tu ne derdoreke komunist bî, te mekanizmayên komunîst saz nekiribîn û tu bibêjî ku ez komunîst im, tu ji komunîstîyê dûr dikevî. Lê hek tu rasteqînîya xwe bibînî, nas bikî, erê bì nêt, xwestin û raman ez komunist im, lê ez hîn ne di wê çapê de me ku kanibim partîyeke komunîst ava bikim, divê ez xwe ji vê hedefê re amade bikim. Hek tu biryareke wisa bidî û li gora wê xwe amade bikî, tu yê hîn zû
Sayfa 133·Kitabı okudu