10/10
·127 syf.·
2026 10. kitabı
Ez bi helbesta Şahîn Bekirî ya “Dayê Rojek Tê” re nas kirim. Mixabin, hin hunermendên me ev helbest bê agahdariya wî bestekirin. Dema ku min pirtûk xwend, ew ji min re berhemên Gabrîel Garcîa Marquez — bi taybetî Çavên Kûçikê Şîn — û her wiha berhemên Stefan Zweîg anîn bîra min. Mamoste Şahîn, wek ku vegotinên xwe bi motîfên kurdî dixemilîne, di heman demê de li berhemên xwe cih dide şerên dijwar û bîranînên me Kurdan.
Kurdî
Pisîk jî Xewnan DibîninŞahînê Bekirê Soreklî · Lis Basın Yayın · 200410 okunma
Windahî û têkoşîna gelekî
Puan vermedi
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin. Leheng/ Karakter: Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên. Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye. Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Gurê MancoSadık Üskan · Wardoz Yayınları · 20246 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Alegoriyeke Polîtîk: Kûçikistan
7/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2025 113. kitabı
·
34 saatte okudu
·
Okunma: 08 Eylül 2025 07:34
Pirtûka ku xwe cara duduyan bi xwîner bide xwendin, ew pirtûk serkeftî ye. Kûçikistan yek ji wan pirtûkên kurdî yên herî serkeftî ye, lewra piştî çend salan min cara duduyan xwend. Ji navê nivîsê jî diyar e ku ev pirtûk mînakeke alegorîk e û ji ber ku meseleyên siyasî ji me re vedibêje, wek alegoriyeke polîtîk em dikarin bi nav bikin. Pirtûk û meseleyên tê de bi rêya sembolan ve hatine vegotin, ya ku pirtûkê dike alegorî jî ev taybetî ye ji xwe. Mihemed Ronahî vê pirtûkê di sala 2017an de dinivîse. Pirtûk ji heft çîrokan pêk tê. Lehengên çîrokan jî "kûçik" in. Kûçik, yan wek serleheng yan jî wek lehengên alîkar di çîrokan de cih girtine. Tişta ku berhemê cuda dike ev leheng in. Heta niha bi dehan pirtûkên kurdî me xwendiye û tê de pirsgirêka bindestiya kurdan dîtiye. Lê ji çavên mirovan û bi vegotinên wan. Îcar di vê pirtûkê de em ji çavên kûçikan şahidiya vê pirsgirêkê dikin û rasterast ji devê wan dibihîzin çîrokên li ser şerê serdest û bindestan, çîrokên li ser talan û dagirkeriyê, çîrokên li ser mirin, kuştin û koçberîyê. Di pirtûkê de hûn dikarin ji çavên ajalan, ji çavên kûçikan li mirov û mirovahiyê binêrin. Ewçax hovitiya mirovan belkî bêtir bê dîtin û bê fêhmkirin. Di her çîrokekê de peyamên pirr xweş hene. Çîrokeke bi navê Mişext heye, tê de behsa serpêhatiya du kûçikan tê kirin: Qero û Soro. Soro digire Qero dikuje. Ji ber ku di nav kûçikan de heqareta herî giran ew e ku tu ji kûçikekî re bêjî "mirov" û Qero jî ji Soro re gotiye "mirov kurê mirovan" :) ji ber vê jî Soro xwe negirtiye û bûye qatilê Qero; lê ji aliyekî ve jî ji ber ku di nav cîhana kûçikan de kuştin tişta herî xirab e, Soro ji ber vê kiryara xwe ji welatê xwe tê mişextkirin. Tiştên bi vî rengî di hemî çîrokan de hene. Naxwazim behsa naveroka çîrokên din bikim bona ku meraqa xwîner a li ser
KûçikistanMihemed Ronahi · Avesta Yayınları · 201732 okunma
Bijî Azadî û Serbestiya Ajalan
Puan vermedi·184 syf.··
2024 149. kitabı
·
16 günde okudu
·
Okunma: 25 Aralık 2024 11:04
"Sed hezar car şikir ku ez Gemal im...ez beşer bûma min dê çi bikira?" (13) Gemal (kûçik), pirtûka ajalên azadîxwaz û serhildêr e; rexneyek e di eslê xwe de ku li ser zilm û zordarîya mirovan a li hemberî ajalan hatiye kirin. Her çiqas serleheng kûçik bin û vegotin zêdetir li ser wan be jî, mijar ajal bi xwe ne û behsa hemî ajalan tê kirin di berhemê da, tewr ajalên wek ker, meymûn, ga û çend hebên din wek lehengên alîkar cih girtine, car caran tevlî axaftin û guftûgoyan bûne. Berhem ji me ra behsa wan ajalan dike ku ji zilma beşer direvin û ji bo cihekî ewle, ji bo cîhaneke ku tê de bi rehetî bijîn dikevin rê. Ev ajal ne tenê ji deverekî herweha ji gelek deverên cuda têne ba hev, bi hev re rêwitî dikin, di vê rêwîtiyê da hevdu dinasin, ji hev re qala jiyana xwe ya berê, qala rewşa welatên ku jê hatine dikin. Di serî da em tenê dîyalogên kûçikan dibînin, lê rêwîtî çiqas dirêj dibe, ajalên nû tevlî wan dibin. Ji wan ajalan yek jî ker e. Dîyalogên ku kenê mirov tînin di navbera kûçikan û kerê da derbas dibin. Yek ji wan: - Heya ez bi te bidim famkirin, ez ê bibim wekî te hey ji ker kertir! - Ker bavê te ye...te fam kir? :)) Divê em nekenin û derbas nebin, lewra di pirtûkê da jî em dibînin wek jiyana rasteqîn hin taybetî li ajalan tê barkirin û ev taybetî êdî wek kodan di hiş da cih digirin. Mîna ku ev ajal bi van taybetiyan va hatibin dinyayê. Ker her tim wek ajalên gêj, efsene, dereng têdigihijin hatine şayesandin; ev yek di berhemê da jî bi heman hawî ye. Ker dema behsa xwe dike jî li gorî van kodan xwe dide nasîn, helbet ya ku ajalê wiha dide axaftin dîsa xwediyê van kodan e. Ango beşer bi xwe ye. Ez dibêm we jî wisa pê derxistiye, belê rast e, ev pirtûk gelekî dişibe pirtûka George Orwell a bi navê Çewlika Ajalan. Heman lêpirsîn û lêgerîn di vê pirtûkê de jî heye,
GemalXusrew Caf · Avesta Yayınları · 20243 okunma
Adam Bunu Seviyor Anladık
Puan vermedi·167 syf.··
2024 3. kitabı
Biraz hayal kırıklığı, biraz "İsyan" biraz da yok artık... Kitabı okumadan önce Osmanlının son dönemleri gerçek tarihle bağlantılı anlatan bir kitap olduğunu düşünüyordum. Bu hayal kırıklığı kısmı. İsyan ya da Bakü ya da Kitapdar karakterini isyan ederek okudum, ki kitabın baş karakteri oluyor kendileri, babasından kaynaklı olsa da kendi topraklarında hiçbir şey yapmayan adam elin Fransası için ölüme gitmekten korkmuyor. "Kûçik kûçikê mê ye le ber derîyê xelke di ewtine". Bu isyan kısmı belli oluyor sanırım. Derinlemesine karakter analizi yapması, doğunun tarihi, kültürü, kimlik bulma süreci, aşk, özgürlük arayışı, kendisi ve geçmişle yüzleşme kısmı ve bunları maalesef çok hızlı, bi an önce bitsin havasında verdiği kısım da yok artık bölümü olsun. Başlık kısmı adamı tanıyanlar anlasın sadece.
Doğunun LimanlarıAmin Maalouf · Yapı Kredi Yayınları · 199840,2bin okunma
NETIRSIN... DEMA KU ÇAV DITIRSE ŞAŞ DIBÎNE(r.52)
6/10
·96 syf.··
Beğendi
·
2023 17. kitabı
"Kûçik Û Hesarê Bavê Min" kana hevok û honandina lihevhatiye. Hevoksazî û honandin ew qas lihev hatiye. Mirov wetrê. Hevokek î jê derxe wê dîwarî honandinê welgere. Nivîskarî vegotina bi çavê yekem vegotiye. Nexş nemuş ê ku tevna xwe de cî bi cî kiriye ,heya dawiyê didomîne . Çiroka xwe wek çilkezî ya j honandiye. Dema şoreş pêk tê pêşî qala berteka heywanan dike. Hemû hesarê dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Paşê behsa mirovê di nava hêsar ê dike. Ew jî dertên diçin. Piştî demekî vedigerin tên. Niviskar bi vî ava yî . Çawa keziye kî hilde bihune heya jêr were. Paşê here keziyeke din hilde û bihune û were sêrî.Hurgilîyên xwe hertim bi zargotinê bi remzên çandî xemilandiye. Metleba niviskar rexneya kiryarên tevgerên azadiyê û helbet civat xwe ye. Çîrok ser malbatekî ye. Deshilatarî li ser bavê hatiye sembolîzekirin. Bav ango deshilat nahêle xeynî wî tu binuwer hebuna xwe ava bike. Hemû bîniwer bi xesandinê têne kedîkirin. Û bindest diminîn. Metaforê çîrokê gelek gelek di rêzê de ne. Kîjan wêjevan radibe deshilatiyê bi bavê. Serdeqetê ser seyan hwd sembolîze dike. Helbet metleb rexneya hijmendiya pergala mêranî be wê ser bavê raweste. Bi rastî deshilatarê malbatê bav e. Lê mijareke ew qas baş,vegotina wusa nazenîn û mistîk ,nehatiye. Bav:deshiladare.Se: Ên bindest û xwedî seqetin.Hesp: Şervanin. En berxwedêr û tekoşerin. Lê hin caran zirarê jî didin gel,şêr; Hêze ,notirvanê goristanê; amûrê deshilatare. Ji bo wê pişkiriya wî , hatiye xelatkirin. Û buye notirvan.Xesandin ;Kedikirin an jî bêhêz hiştin e. Li vir civatek hebuna xwe ava nekiriye heye. Ber zilma deshiladar. Heya naha qet xweser nebuye. Û nizane dema xweser be wê çi bike. Ew azadiya kû kesera wî dikişand(r.53)Dest dikeve. Lê nizane bijî . Li ber wê şunda vedigerin hesarê.Ew qas hînê bindestiyê bûne
Edebîyata Kurdî
Hesar û Kûçikên Bavê MinŞêrzad Hesen · Dara · 202026 okunma