Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Baxe İrem Gönderileri

Baxe İrem kitaplarını, Baxe İrem sözleri ve alıntılarını, Baxe İrem yazarlarını, Baxe İrem yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Le'la ji nebatê zêde sed barî lezîz Pihtir ji gulavê ter û sed carî lezîz Yek bûse ji te rûmehê hêvî me heye Dîsa nezera têra li ruxsarê lezîz Mihemed Şewqîyê Xanî Jêrenot: Le'l: kevirekî giranbiha, mebest jê lêvên sor in. Nebat: şekirê ku ji qamîş çêdibe û şekirê dilêşê ruxsar: rû, dêm, sîma Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Ew çi dur in pir cewahir ew çi lêv in 'işwego Ew binagoş in çi sîm in dil dizî bû bir bo xwo Ew çi yaqût in çi le'l in ew çi terrar in gelo Carekê bavê niqabê da tecellî bît li rû Ma ku Taha bît feda te nazenîna kê yî tu Taha Jêrenot Binagoş: nermika guh Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Nîne mumkin carekê bînim cemalê dûri dûr Lê tijî kir dil ji 'eksa çehreya gulnari nar Xettê reyhanî li lewhê sade rûyan herfi herf Kir xecil Manî ji neqşî 'aciz û bêzari zar Naqişê sînî ku dî ew sûretê pir neqsi neqş Pir xelet kêşane neqş û man qewî bêkari kar Serxweş û mestane reqisî nazika sermesti mest 'Aşiqê sermest û
Sotim fîraqa dûrîyê Fikr û xîyala hûrîyê Mehbub kirim dûr nêrîyê Mecnûn û dînê hêşetê Mecnûn kirim zerîya şepal Ev nazika gerden xezal Wa zulfîqarêt bêmîsal Îname halê herqetê Sadiqê Amêdî Jêrenot Hêşet: rex û kenarên bajar û gundan Wa zulfîqarêt bêmîsal: mebest jê çavên dilberê ne. Herqet: sohtin, şewitîn Îname: wê ez anîme, xistime Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Dil xaneyê derdek elîm Hem zemherîr û hem cehîm Ahim ji dest berda hemîm Kes vê sirrê rê nabetê Durrefşanî bilbil tu yî Xweştir ji 'itra gul tu yî Mehrem û Ke'ba dil tu yî Ey şa'irê mes'eletê Durrefşanî Jêrenot Elîm: bikeder, bielem Zemherîr: (li gor îslamê) agirek sar e li dojehê, cihê herî sar ê dojehê Cehîm: cehennem Hemîm: xwelî, ax û berên volkanê 'Itr: giyayekî bêhnxoş Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Jar im ji destê firqetê Dîsa li min ser da xeman Kuştim bi derdê hesretê Min sebr û rahet qet neman Rahet me bir yekser ji dest Cohtê xumar û meyperest Reşmar bi ger hatin di mest Hejîyan li dor selwa ciwan Xerîbî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Taciran girtin dikan û ribh û rexbet qet nema Me'denê elmas û le'lan qedr û hurmet qet nema Ew hemû wêkra kesad in wan xwe 'izzet qet nema Gewherê gewherfiroşan qedr û qîmet qet nema Derwebin îro dikanê le'l û mirwarê di min Sewdayî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Îro li ser belgê gulê Zulfan ji 'enber dav veda Herro xîyalek tê milê Bayê şemal lê kir belav Bayê şemal belav kirî Me'şûq ji ber winda kirî Gerden bi 'enber werkirî 'Aşiq dibû lê pir belav Sibxetullah Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda Mihemed Şewqîyê Xanî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Sîmber û dêmsedefa, jehr ji destê wan şifa Nîne çi kem ewan wefa, dax diken dilan xefa Pir li me ew diken gefa, ah û fîxan û esefa Zulfê siyahê bêwefa, qet me nedî ji wê sefa Kuştime ez bi sed cefa, ahi ji dest cefayê zulf Xerîbî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Ji ser 'eqlê me kir zaîl Bi 'işqa xwe kirim maîl Wekî Ferhad kirim qaîl Ewê şoxa keman ebrû Wekî Ferhad kirim bêçar Ji canê xwe kirim bêzar Ji tehsîlî kirim bêsar Ewê şoxa keman ebrû Ze'îfî Jêrenot: Zaîl: tiştê ku dê nemîne, ne ebedî, Maîl: meyil Keman: kevan Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Sê xal di nav baxê gulan Manendê ce'dê sunbulan Talan diken van bulbulan Ey nazikê bêşubhetê Xalêt wekî qerenfulan Dîwarê xunçê sorgulan Dermanê derdê bulbulan Rûhim fîdayê qametê Sadiqê Amêdî
Baxe İrem
Baxe İrem
Helqe bi helqe çîn bi çîn Ala û kesk û sor û şîn Fetilîn li ser dêmê gulîn Ew çîçekên reng erxewan Gestîme xelqo 'eqrebê Kuştîme wê bê mezhebê Xala li dora xebxebê Çaha zinexdan î mekan Mihemed Teyar Paşa: Xerîbî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Tiştê hindê digehînit di vê destnivîsê da ku nivîser yan vehînerê van helbestan yê dûre ji karlêkirina şêweya klasîk, belkî ew yê daxbare bi şêweyê folklorî. Di helbesta Terxanî da deqê beyta herfan bi vî rengî ye: ... "Xê" ku xêr çûn şerr man Ê bi guh çûn kerr man Li dewsa merivan ker man! "Dalê" ku çi dunyakî çargoş î Ummeta Muhemmed çend boş î Her rojekî li Qudsî dibî xuroşî ... "Zê" ku zulmîya meke ya zalim Terk mede 'ilmê 'alim Ji tirsa padîşehê keremê ez dinalim Yûsifê Terxan Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Pêlek zîyaret çin tewaf Şibhê wê nînin qaf bi qaf Zemzem ji yaqûtê şefaf Can dê bibexşim şubhî av Can dê bibexşim dilberan Ger dil bidet ber xenceran Ji destê zîv û esmeran Birîn di dil da man tevav Sibxetullah Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
89 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.