Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda
Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda
Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet
Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda
Mihemed Şewqîyê Xanî
Baxê Îrem
Dil xaneyê derdek elîm
Hem zemherîr û hem cehîm
Ahim ji dest berda hemîm
Kes vê sirrê rê nabetê
Durrefşanî bilbil tu yî
Xweştir ji 'itra gul tu yî
Mehrem û Ke'ba dil tu yî
Ey şa'irê mes'eletê
Durrefşanî
Jêrenot
Elîm: bikeder, bielem
Zemherîr: (li gor îslamê) agirek sar e li dojehê, cihê herî sar ê dojehê
Cehîm: cehennem
Hemîm: xwelî, ax û berên volkanê
'Itr: giyayekî bêhnxoş
Baxê Îrem
Hale vedan çerx û felek
Ebrû kemana çav belek
Teşbîhê min kuştin gelek
Feryad û efxan sed eman
Feryad û efxan min xerîb
Her tên ji ber cewra reqîb
Me ji zehmet û hecra hebîb
Nalî gehane asmanan
Xerîbî (1784 -1821)
Cewra reqîb: Ezîyeta ji ber reqîbê
Hecra hebîb: Derdê heskirîyê
Dayîm hezar deng tên ji dil
Sed deng û deng min tên ji dil
Firyad û ahîn tên ji dil
'Işqê li min suhtin hinav
Min her bi nar û pêhte dil
Berqek ji palan rête dil
Gava disot hinav û dil
Ew qameta bejna zirav
Sibxetullah
Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa
Tijî derd û xem û kovan e dîsa
Neşêm derman bikem derdê dilê xwe
Hekîman bêne ser Luqman û 'Îsa
Heçî dî sûreta dildar û dilber
Bîye heyran duçar û kefte lîsa
Belê min zanîye bedbextîya xwe
Çirayê min heta subhê neîsa
Ji lutfa te 'eceb mame Sebûrî
Ne go halet çî ye defter nivîsa
Mîr Îmadeddînê Hekarî (Sebûrî)
Mecrûh: Birîndar
Duçar: Mubtela
Kefte: Ketiye
Neîsa: Geş nekir
Sotim fîraqa dûrîyê
Fikr û xîyala hûrîyê
Mehbub kirim dûr nêrîyê
Mecnûn û dînê hêşetê
Mecnûn kirim zerîya şepal
Ev nazika gerden xezal
Wa zulfîqarêt bêmîsal
Îname halê herqetê
Sadiqê Amêdî
Jêrenot
Hêşet: rex û kenarên bajar û gundan
Wa zulfîqarêt bêmîsal: mebest jê çavên dilberê ne.
Herqet: sohtin, şewitîn
Îname: wê ez anîme, xistime
Baxê Îrem
Pêlek zîyaret çin tewaf
Şibhê wê nînin qaf bi qaf
Zemzem ji yaqûtê şefaf
Can dê bibexşim şubhî av
Can dê bibexşim dilberan
Ger dil bidet ber xenceran
Ji destê zîv û esmeran
Birîn di dil da man tevav
Sibxetullah
Baxê Îrem
Dila mehcûr û xemgîn im
Ji dest eflak û dewranê
Ji çeşman xûn dibarînim
Wekî tavê di baranê
Bi zecr im ez ji kovanan
Dinalim ez ji bustanan
Disojît erd û asmanan
Tinê ahek ji bîcanê
Sebûrî: Mîr 'Îmameddînê Hekkarî
Jêrenot
Mehcûr: tenha, terkkirî, bi tenê
Eflak: dinya
Çeşm: çav
Zecr: jan, azar
Kovan: derd, hesret, kul
Rûyê me wekî kayê zer e dêmê we ye mah
Dil kun bûye îro me ji mujganê sîyah
Cana me ji bil weslê te nîne çu dewa
Derman ke dilê min û nepirse ji gunah
Mihemed Şewqîyê Xanî
Min divêt 'Îsa bibînim dê ji kû peyda bitin
Min birîna dil xef e esseh bizan xweş nabitin
Dê bi derd û xem bimînim ta qîyamet rabitin
Ger di heşrê da bibînim wan ku dil pê şa bitin
Lê te ta yewm'al-qiyame munîsê derdan kirim
Axayokê Bêdarî
Jêrenot:
Yewm'al-qiyame: roja qiyametê, roja vejînê
Munîsê derdan: Nêzîkahî li derdan, hezjêkirina ji derdan
Baxê Îrem
Helqe bi helqe çîn bi çîn
Ala û kesk û sor û şîn
Fetilîn li ser dêmê gulîn
Ew çîçekên reng erxewan
Gestîme xelqo 'eqrebê
Kuştîme wê bê mezhebê
Xala li dora xebxebê
Çaha zinexdan î mekan
Mihemed Teyar Paşa: Xerîbî
Baxê Îrem
Hindî û zengî û xalan
Wan ji min dil bir bi talan
Bend kirim zîndan û çalan
Dil ji min bir dilberê
Bendeyê şah û wezîran
Wey li halê min feqîran
Kes nîne berdit esîran
Dil ji min bir dilberê
Xîyasî
Yarîya sadiq di vê 'esrê bi kes ra kes nehin
Yan ji tirsê yan ji hêvî yan ji ûmêda nanekê
Alimê cumle 'ulûman dil bûye deryayê 'ilm
Bênik xelqê me dê kes nake ber garanekê
Bazîyê tîxûn ji seydê dûre bê çeng û per e
Kerkesê xwarin necis çû ser cihê terlanekê
Axayokê Bêdarî
(1688-)
Cehennem çar bi min naket
Xemê min kes eda naket
Li min qifla xwe jî daket
Nizanit kes dewaya min
Li qifla dil qebûl nayê
Kirêt avête deryayê
Dilê min xem Xudê dayê
Nekêşit kes cefaya min
Nesîmî