Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda Mihemed Şewqîyê Xanî Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Dil xaneyê derdek elîm Hem zemherîr û hem cehîm Ahim ji dest berda hemîm Kes vê sirrê rê nabetê Durrefşanî bilbil tu yî Xweştir ji 'itra gul tu yî Mehrem û Ke'ba dil tu yî Ey şa'irê mes'eletê Durrefşanî Jêrenot Elîm: bikeder, bielem Zemherîr: (li gor îslamê) agirek sar e li dojehê, cihê herî sar ê dojehê Cehîm: cehennem Hemîm: xwelî, ax û berên volkanê 'Itr: giyayekî bêhnxoş Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Hale vedan çerx û felek Ebrû kemana çav belek Teşbîhê min kuştin gelek Feryad û efxan sed eman Feryad û efxan min xerîb Her tên ji ber cewra reqîb Me ji zehmet û hecra hebîb Nalî gehane asmanan Xerîbî (1784 -1821) Cewra reqîb: Ezîyeta ji ber reqîbê Hecra hebîb: Derdê heskirîyê
Baxe İrem
Baxe İrem
Dayîm hezar deng tên ji dil Sed deng û deng min tên ji dil Firyad û ahîn tên ji dil 'Işqê li min suhtin hinav Min her bi nar û pêhte dil Berqek ji palan rête dil Gava disot hinav û dil Ew qameta bejna zirav Sibxetullah
Baxe İrem
Baxe İrem
Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa Tijî derd û xem û kovan e dîsa Neşêm derman bikem derdê dilê xwe Hekîman bêne ser Luqman û 'Îsa Heçî dî sûreta dildar û dilber Bîye heyran duçar û kefte lîsa Belê min zanîye bedbextîya xwe Çirayê min heta subhê neîsa Ji lutfa te 'eceb mame Sebûrî Ne go halet çî ye defter nivîsa Mîr Îmadeddînê Hekarî (Sebûrî) Mecrûh: Birîndar Duçar: Mubtela Kefte: Ketiye Neîsa: Geş nekir
Baxe İrem
Baxe İrem
Sotim fîraqa dûrîyê Fikr û xîyala hûrîyê Mehbub kirim dûr nêrîyê Mecnûn û dînê hêşetê Mecnûn kirim zerîya şepal Ev nazika gerden xezal Wa zulfîqarêt bêmîsal Îname halê herqetê Sadiqê Amêdî Jêrenot Hêşet: rex û kenarên bajar û gundan Wa zulfîqarêt bêmîsal: mebest jê çavên dilberê ne. Herqet: sohtin, şewitîn Îname: wê ez anîme, xistime Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Reklam
Pêlek zîyaret çin tewaf Şibhê wê nînin qaf bi qaf Zemzem ji yaqûtê şefaf Can dê bibexşim şubhî av Can dê bibexşim dilberan Ger dil bidet ber xenceran Ji destê zîv û esmeran Birîn di dil da man tevav Sibxetullah Baxê Îrem
Baxe İrem
Baxe İrem
Dila mehcûr û xemgîn im Ji dest eflak û dewranê Ji çeşman xûn dibarînim Wekî tavê di baranê Bi zecr im ez ji kovanan Dinalim ez ji bustanan Disojît erd û asmanan Tinê ahek ji bîcanê Sebûrî: Mîr 'Îmameddînê Hekkarî Jêrenot Mehcûr: tenha, terkkirî, bi tenê Eflak: dinya Çeşm: çav Zecr: jan, azar Kovan: derd, hesret, kul
Baxe İrem
Baxe İrem
Sê xal di nav baxê gulan Manendê ce'dê sunbulan Talan diken van bulbulan Ey nazikê bêşubhetê Xalêt wekî qerenfulan Dîwarê xunçê sorgulan Dermanê derdê bulbulan Rûhim fîdayê qametê Sadiqê Amedî 1767
Baxe İrem
Baxe İrem
Rûyê me wekî kayê zer e dêmê we ye mah Dil kun bûye îro me ji mujganê sîyah Cana me ji bil weslê te nîne çu dewa Derman ke dilê min û nepirse ji gunah Mihemed Şewqîyê Xanî
Baxe İrem
Baxe İrem
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.