Tirkan em ne şikandin, lê Kurdan em şikandin! Ger rojekê tarîx van rojan binivîse, divê, bi tîpên mezin, weha bête nivisîn; kurmê darê ji darê ye, Kurd ew e, neyarê qewmê xwe ye.
Tu dizanî, her mirov cîhaneke xweser e. Her mirov, tevî jîn, serpêhatî, tecrube, hîs û pejnên xwe, hêjayî cîhanekê ye. Nasîna mirovekî, keşfkirina cîhaneke nû ye.