Şîreta min bo her ferdeka/î Kurd û hemî siyasiyên Kurd -di heqê babeta mafên rewa yên miletê me de- ew e ku hîç wextekî pişta xwe bi aliyekî germ nekin. Cîhan cîhana berjewendiyan e. Heger berjewendiyên wan digel Kurdan hevdu bigrin hingê dibin dost û heger berjewendiyên wan û Kurdan hevdu negirin dê pişta xwe bidin we û we nas nakin. Lewra pişta xwe tenê bispêrin Xwedê û xwe. Heger pêşmergeyên me bi xwe hebin û hêzên me bi xwe hebin, Kurdistan dikare xwe biparêze. Eger em bêhêz bibin em nayên parastin û dê me ji holê jî rakin.
Pêwîst dikir em bi aşkerayî behsa mafê rewa yê gelê xwe bikin ku serxwebûn û serwerî ye. Miletê Kurdistanê hemî ew şertên bingehî hene ku wekî miletên dî yên cîhanê dewleta xwe hebe…. Me ew jî baş dizanî ku heger maf neyêt standin, nayêt dan.