Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê

Kolektif
Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de. … Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe, wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin, lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê, ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin, bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar, ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina giringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke. Helîm Yûsiv
Yazar:
Kolektif
Kolektif
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 5 dk.Sayfa Sayısı: 144Basım Tarihi: Mart 2017Yayınevi: Aryen Yayınları
ISBN: 9786058304338Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
144 syf.
·
Puan vermedi
·
12 günde okudu
Berxwedan Xweşe.
Her tişt bi zimanê zikmakî Xweşe û tê dijî . Bê guman wek zimanê kurdî çendî destê we bê heta pirtûka ji bi kurdî bixwînin Û hertim Kurd û Kurdî bijîn ..
Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê
Çirûskek Ji Berxwedana KobanêKolektif · Aryen Yayınları · 20179 okunma
Reklam
144 syf.
9/10 puan verdi
Pirtûk ji dilê peytexta berxwedanê qut bûye û hatiye xwe gihandiye we.Bi kurteçîrokên rastegîn,"an jî em dikarin bêjin her yekê destaneke lehengî û canfedayî yê wê baştir cihê xwe bigire" hatiye sazkirin. Di vê pirtûkê de hûn ê bibînin kû sînorên îradeyê ji holê radibin, hûnê bibînin kû kesek bi bawerî girêdayî doza xwe be; bê çawa astengan,tirsa mirinê û xiyanetê hildiweşîne. Hûn ê bibînin bê xwexwazî û xwedaniya taybetî li cihana van berxwedêran de tiştên çiqas hesan û şerm tên dîtin. Ev pirtûk; xwe naskirina mirov, şikandina kesayeta dîl'î, têkbirina ferwerîya li ser şexsîyetê û nezirkirina niştimanê vedibêje...kerem bikin ji xwe re destana kû di sedsala we de rû daye bixwînim.
Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê
Çirûskek Ji Berxwedana KobanêKolektif · Aryen Yayınları · 20179 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.