Siyasetgerên mezin weke gamêşên nava avê ne. Giran in. Welê giran in ku ji cîhê xwe nalebitin. Ji bo ku ji cîhên xwe bilebitin divê bihejin. Dema ku dihejin jî divê hinek bişewutin. Ma li welatî çi neşewutî ku! Xanima delal...
Lewra hîn jî tarî qurp ketîbû û me rûyên hev nedidît, tarîyeke welê tîr û welê reş li me girtibû kû meriv nedikanî xwe jî tê de bidîta. Tarîyeke welê bû... mîna binê beroşê.