Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Destana Gilgamêşî

Deham Evdilfetah
Destana Girgamêşî Gilgamêşî devê xwe vekir û got: Ji Îştara payeberz ra (got): Li ser Domozî, mêrê xwe yê ciwan, te temen, sal li pey salê, derbas kir, te ji turlîyê (teyrê), spîçolkî hez kir, paşê te lê da û te baskê wî şikand. Û va ye, heta niha, li zevîyan gazî dikî: "Ka-pî(bask)?" Te ji şêrê herî hêzdar hez kir, lê te dav û
Destana Gilgamêşî Gilgamêşî devê xwe vekir û got: Ji Îştara payeberz ra (got): [Para min dê çi be] ku ez te bi jinitî bînim!? [Tu tifikek î, agirê wê vedimire] di sermayê da. Dergehekî paşîn î, (kesî) ji bayekî, bahozekê naparêze. Koşkek î, qehremanan diperçiqîne. Tu çaleka (xapandinê) yî, sergirtina wê xapan vedişêre. Qitranek î, hilgirê xwe qirêj dike. Kunekî avê yî, hilgirê xwe şil dike. Kevirekî nikarê(kilsê) yî, di bedeneka kevirîn da yî. Kevirekî giranbiha yî, [...] li welatê dijminan î. Pêlavek î, xwedîyê wê pê dişemite. Ma bi kîjan yarê xwe ra tu dilsoz mayî heta dawî!? Û kîjan şivanî berdewam tu razî kirîyî!? De were, ez ê çîrokên evîndarên te eşkere bikim!"
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
Reklam
Destana Gilgamêş Latika Yekem (Berîya ku Gilgamêş ji baxçeyê darên seyr û balkêş derkeve, Şemsê Xweda beranberî wî dertê.) Şems xemgîn bû, ber bi wî ve çû, ji Gilgamêşî ra got: "Tu yê bi ku ve biçî, Gilgamêşo! (bo çi ye ev ger û sergêjî!?) jîyana ku tu lê digerî, tu wê nabînî." Gilgamêş jê ra got, ji Şemsê hêzdar ra got: "Ma
Destana Gilgamêş Ote-Nipiştim ji Gilgamêş ra got: Ma (gava) em xanînan ava dikin, wêran nabin!? Û dema ku em peymanekê mohr dikin, ma narize!? Ma bira pêmayê(mîrasê) xwe li hev par dikin, bo ku (berdewam) bimîne!? Û kîn (nehezkirin) ku li ser qadê tê çandin, ma berdewam dimîne!? Ma (ava) çemî berdewam bilind dibe û lehî (berdewam) tê!? ...
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî Ote-Nipiştim ji Gilgamêş ra got: ... Û perwane ku ji penga xwe derdikeve ma ew ê berdewam berê xwe bide rojê!? Ji roja roj da tiştek wekî xwe namîne (Mirovê) razayî û yê mirî cêwî ne Ma her du, dîyardeya mirinê berçav nakin!? Ma mîr û parsek, di kortala mirinê da ne wekî hev in!? ... Jêrenot: Peng: Ew penga ku li dora kurmikê perwaneyê pêçayî ye, berîya ku wê biçirîne û jê bifire.
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
Di efsaneyên somerî da, ev çîrok hatîye gotin: Rêvî ji jina xwe ra got: "Hilo, em ê bajarê Orokê bi diranên xwe, wekî qîvarekî hûr bikin. Hilo, em ê Kulabê, mîna pêlavekê bi lingê xwe ve girê bidin û wî li pey xwe bikişînin." Dema ku li dora du mîlan nêzî Orokê bûn seh reyîyan. Rêvî kir qîrîn, "Çimit mal, çimit mal, ji hundir direyîn, êrişê me dikin." Jêrenot: Kulab: Tarek ji "Orok"ê ye. Di vê çîrokê da gotina rêvî bi zimanê somerî hatîye, "Çimit mal, çimit mal." Somerî: "Çimit mal, çimit mal." Çimit: Çimit, biçim (ji çûyînê). Mal: Mal. Kurdî: Çimit mal, çimit mal. Biçim mal, biçim mal.
Destana Gilgamêşî
Destana Gilgamêşî
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.