Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Dîwan Gönderileri

Dîwan kitaplarını, Dîwan sözleri ve alıntılarını, Dîwan yazarlarını, Dîwan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Waye dîsa hat payîz û zivistan Ewrên reş û tarî, mij û dûman
Reklam
Dema meriv difikire li neqşa xweda Di nav meji da namîne hiş û sewda
Ez digerim xwe nabînim Gelo di ku da me nizanim
Lo mişko tu mişkê haro Tu komkûj î weke gûro Kurê turano hov û haro Te xirab kir gund û waro Bibî taştêya pisîka haro
Reklam
Wê min avêt nava dêrê Pişt ra min avêt mizgeftê Wê da dest min mishefê Got: bixwîne serê sibehê Umeta Muhamed û ya îsa Dest dane hev carek dîsa Dilê min xistin çar parçe Ezê nexweş çûm Laleşe Li wê ketim dafa şêx Hadî Mîna kemînên parçeyên dî Xelas nebûm ji paşverûyan Tim bûm pêleyistok bo wan Her tim bûn bend û asteng Min hîştin bê hêz û bê deng Gunehê min hezkirîn û evîn e Para min ket hesret û nevîn e
Elba şîr di dest e, dimeşe weke qumriye Şera sor li serî ye, bawer im ew Torî ye Bejin zirav e, xizêm zer e, gelo Muşî ye? Bawer im keçika hanê çavbelek Botî ye
Min xwend li ber serê te dilbera hêja Yasîn û tebarek û emma û qulhuwella Rabûm zivirîm hatim, nav maleke vala Dîsa di destê min de ma ew qedeha vala Bi şevê şiyar bûm ji xewê saet diçû çara Çûm ber derê oda yarê, odeke virt û vala Ew gav serî li min geriya wek vizika zara Ketim, nikarim rabim xwe bigrim bi dîwara
Heyva sor hat ji dûr û ji jor Bibin alîkar bicivin li dor Hene xêrxaz û hekîm li dor Wek stêrkan xeleq bin li dor Horî û perî tên dor bi dor Gelek baş kirin derdên zor Ew horî û periyên wek nûr Dikin kar û barê hêsa û zor...
Reklam
Guh nede van keran ew ker e Tu çiqas bibêjî ew dîsa ker e...
Neheland min êş û jana ez tê da Mîna peykerekî ez mam li piya Her tim li min xistin bi balyoza Neşikestim, ne kevir im ez pola Dema ez borîm di nav derya Nexeniqîm, gelo ez im Musa Min bizmar kirin li çar dara Hê jî dijîm gelo qey ez im îsa Kurm dilivin di nav canê min Nerizîm gelo qey Eyûb ez im Min li xîzar xistin hê jî dijîm Gelo qey Zekeriya ne ez im Min avêtin nava ar, neşewîtim Gelo qey ez îbrahîm Xelîl im Wek Yûsif ez di nav zindan im Min firotin bi buhakî erzan im
Ez ne cahil û nezan im Gelek zana û şiyar im...
Gelek êşandin dilê mine Lê dil hilneda, barê mine...
22 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.