Kawik in em kurd li ber her defê dîlanê dikin
Deriyên xwe ji çi bayî re be em zû vedikin
-------
Bi jimarê ji hemî bindestê cihan bêtir in
Lê ji alî mejî û aqil ve kêm û hindik in
-------
Ketine şer em li himber dijminê zana û xurt
Ew bi top û tang û leşker em bi dar û çetik in
-------
Her du sê kes civiyane ji me
Çavên beyrût reş û tarîne tevda
Bi ser min de giran tên rengê derda
--- ----
Tenê me dûrî kurdistan dinalim
Weke teyrê ku hêlîna xwe berda
--- ----
Refê min wa li kurdistanê difrin
Dinalim ez li ser darên bi’ebda
Mi kalek dît bi pişta xûz û gopal
Mi go:umre te? Go heştê û pênc sal
Mi go: kalo cilê te bo çi wa ne?
Gelek pînên gemarî lê xuya ne?!
Bi nermî got: Kurê min zû nexape
Ne her tiştê zirav û zer be sap e
Dilê te pak be tê çibkî cilê pak?
Li vê jînê bes e bo te dilê pak
Ji min bibhîz tu van peyvan diyarî:
Gelek cilpak hene lê dilgemarî.