Dîwana Jan kitaplarını, Dîwana Jan sözleri ve alıntılarını, Dîwana Jan yazarlarını, Dîwana Jan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ne xwelî bû
Te di dilê min yê weke
Tenûreke sar de dît
Ew tu bûyî .
Nezanî
Nizanim çima
berfa xwe li giyanê min girtibû
zû helîya?!
Nizanim çima
Dojeha di dilê min de vêketibû
Ne tefîya ?!
(berf bi xwe, sonda zivistanê ya bi derewan ji erdê re bû, erdê evîna berfê bawer kir û bi germî ew hembêz kir, agir jî berê berf bû, erdê ji ezman re pê sond dixwar !! ).
Teşî
Te
Ji tayên giyanê min
Tevnek bi teşîya sozên xwe girêda
Dawî
Ne min xalî dît
Ne guloka giyanê min weke xwe ma.
Bi min jehra ji dest yarê şerab e
Cîhan bê wê li ba min wek serab e
Bi şahî carekê rûnim teba wê
şeva tarî bi min ronak û tab e
Kenê wê wek siba ko roj hilê zû
Weke gewher li ser tacê xuya be
Du çavên wê du helbestên Cizîrî
Heçî xwendî tucar jê têr nabe
Du lêvên wê du peyxamên evîn in
Sivik maçek ji wana re cewab e
Dilê wê hişk û pola wek kela ye
Ku canê xwe nekî mifte venabe
Newêrim ez ji vê yarê cuda bim
Ditirsim can ji laşê min cuda be
Evîna me ne bes deryayê Wan e
Firat û Dîcle û Aras û Zab e
çi hêja ne şehinşahên cîhanê
Ku yara min ne ew şaha dila be!
sond mexwe êdî nema bawer dikim
ji te wan sondên li dû hev tu dixwî
te dilê min wek peyalê perçe kir
lew dizanî hew meyê jê vedixwî
**
sozê te wek hewrê havînê zuha
tev li ber bê çûn û baran min nedî
min nizanîbû bi wan lêvên şekir
tu li ber vî dilî xefkan vedidî
**
here dil bêhêvî maye dilberê
sond nema fêde dikin hey derewîn
dê bi car de te ji bîrkim û bibêm:
weke xewnek xweş bi min çû ew evîn
şevên Beyrût reş û tarîne tevda
Bi ser min de giran tên rengê derda
Tenê me dûrî Kurdistan dinalim
Weke teyrê ku hêlîna xwe berda
Refê min wa li Kurdistanê difrin
Dinalim ez li ser darên Bi`ebda
çivîk im distirêm dûrî çivîkan
Xerîb im ez li nav van zax û kunda
Ne dengê min bi wan xweş tê ne yê wan..
Bi min xweş tê, tenê me mame winda
Mirov her xurbetê dijwar dibîne
Ne xasim xurbeta ko tev di şer da
Ketim ber penceyê vê xurbeta zor
Di dil min de xeman ala xwe hilda
Bi soz ger min welat azad bidîta
Ejî azad li nav wan şar û gunda
Minê enya xwe danî ba li erdê
Bi axa sor minê çavê xwe kil da
Lê bide serbazo
Li vê sîngê li hêla çepê
Li vî dilî bide serbazo
Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup û
Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike
Tivinga xwe rastî sînga min ya bê mû bike
Û mêranîya xwe şanî vê cîhana devlal bike
Ev dilê ku bi kurdî dike gupegup û xwîneke koçer tê de dikele
Ev dil…. dilê min e
Sêva jiyana min e ew, parçe parçe bike
Bila
Lêvên wê du fincanê ji qehwaya bi şîr in
Qeymax û penîr in
çavên wê du berx in di dilê min de diçêrin
Geh xencer û kêr in
Sînga wê ji berfê ye memik gogê herîr in
Yan baxçeyê mîr in
Min li ser arê evîna te biraştî ev dila
Berfa tê de hiliyaye bişkivîn xunçê gula
Weke teyrê persipî işqa te dil de difire
Dilê kavil boyî derda bûye lûsa bilbila
çi xweş e ev işq li dil rengê buhara zû were
Piştî berf û seqem û rûtbûna şaxan ji pela
Dûriya te zor e dilber Jan perîşan e were
Li birînên ku li dil bişkiftine xweş binere
Nexweş e ew jar û bêhal e tu nojdar î delal
Dilbirîndar e û derman ji te ew sîng û ber e
Ka bibînim lêv li ser lêvan dinoşim şerbetê
Sînga te zadê gihiştî destê min das e l`ser e
Em bibin laşek heta destê sibê şa bin bi hev
Ax û nalînên ji me ta erş û ezmanan here
Gerdena tey nazik û lûs bîn bikim serxweş bibim
Har bibim ez, dev li qirkê, dest li newqê bigere
Memikên te bi gezên nazik û nerm rakim ji xew
Dakevim jêr li bihiştê bigerim ez eşkere
Ez bibêm yarê xuyaye serxweş im, ez pêde çûm?
Tu bibêjî serxweşê min pirs nekew pêde here
Herdu çavên te du bexçê sewlîyê
Di siya wan de hero ez rûdinim
Wek çivîkê ji firê westa bibe
Têm li ser terhik û şaxan vedinim
Digirîn aşiq ji ber jana evîn
Ez ji işqa te bi kêf im dikenim
Palevan im tiliyên min bûne das
Sînga tey berfîn biwe zadê genim
Ne tenê havîn e wexta paleyê
Zadê xwe kengî bixwazim diçinim
Yê dibê işq dojeh e bawer neke
Ez bi işqê li bihişta `Eden im
Ezê çibkim ji barana buharî
Evîna te bi ser min de dibarî
Weke hîva gulanê ye evînet
cîhan bê wê şikeftek kûr û tarî
du lêvên tey tenik hingiv dirêjin
şêrîn in rengê helbestek Hesarî
kenê tey nêrgizî şêrîn û nazik
dilê min hiştiye gêj û xumarî
ji te dûr im çivîk im bê perîk im
di xefkê de dikim axîn û zarî
dibe navê xwedê rokê ji bîrkim
ji bîrnakim tucar bejna çinarî
li benda te dimînim her şevê ax
li dil wek xenceraye bendewarî
evîna te dilê min kirye pêtek
çiqas ba tê venamre nabe arî
Ez nêzîkî du salan bi wê destanê ve mam, nêzîkî 1800 beyt derke- tin. Min ew di payiza 1987an de gihande dawî. Kî bawer dike ku min ew di tirsê de û di tunebûna kaxetan de nivîsiye! Min li bin deqtî- loya Intercontinental a ku min li ser dinivîsî, betaniyek stûr danîbû da ku dengê wê dernekeve û Muxaberat (hêzên ewlekariya Suriyê) bi min nehisin. Ne tenê weha, min dixwest çivîkên hewşa me jî bi min nehisin. Min dixwest di bêdengiyê de binivîsim û ku çivîk dihatin ser darên mala me min ew difirandin ku karibim bi aramî beytên Kela Dimdimê binivîsînim. Min bi wê deqtîloya entîke kêf kiribû lê muxaberatên Sûriyê di hemleyekê de hatin û deqtîlo jî di nav tiştên ku dest danîne ser, bi xwe re birin û venegerandin.